Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin 2023-09-01 19:02:19   AMED – Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Qada Îstasyonê axivî, ji bo çareserkirina meseleya kurd îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, lê bi ser neketin û dê bi ser nekevin."    Bi hezaran kes tevlî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Qada mîtîngê bi alayên partiyê hat xemilandin û ji qadê tim dirûşmeyên "girtiyên siyasî rûmeta me ne", "jin, jiyan, azadî" û "berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Çendî polîsan bi pergala deng xwest mudaxile bike jî, bi hezaran kesî bi dirûşmeyan bal kişand ser tecrîdê.    Di mîtîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivîn.    Ûçarê bi kirmanckî axivî û ewilî gel silav kir.    ‘AŞTÎ AVAKIRINA SIBEROJA AZAD E'   Ûçarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: "Bila keda we bibe sedema aştiyeke birmûet. Aştî tenê ne ji bo bidawîkirina mirinan e, di heman demê de rûmetkirina jiyanê ye jî. Avakirian siberojeke azad e. Her wiha aştî ne peymanên ku li ser maseyan tên îmzekirin. Jiyana wekhev û azad a hemû zimanên zikmakî, azadî û nasnameyan e. Aştî pirbawerî ye. Bila tu kes aştiyê di nasnameyekê de asê neke."    ‘KURD 100 SAL IN LI BER XWE DIDIN'   Ûçarê diyar kir ku vê cîhanê du şerên cîhanê yên mezin dîtiye û wiha pê de çû: "Ê cîhanê bi rê ve dibe şerê pîşesaziyê ye. Em mirovên wê erdnîgariyê ne ku herî zêde bi aştî û şer dizanin. Tenê tiştekîa qilê dewletê û rêvebirên şer hebû; asîmelkirian kurdan. Sed sal in kurdan bi tenê hiştin. Lê gelê kurd li dijî vê bi berxwedaneke sed salî tevgeriya û bersiv da. Ev berxwedan vîna me ya aştiyê zînde dike."    Ûçarê bilêv kir ku ew vê rojê diyarî Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û got ku ev ne qezaya trafîkê ye, cinayet e.    'DÊ BI SER NEKEVIN'   Ûçarê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîzên li Tirkiyeyê û got: "Mirov ji bêgavî xwe dikujin. Desthilat li ber siya şer hewl dide mirovan qaneh bike ku aştî utopya ye. Lê dê têkoşîna me ji bo avakirina aştiyeke mayinde û birûmet bidome. Li vî welatî astengiya herî mezin a li ber wekheviyan neçareserkirina meseleya kurd e. Ger projeyeke we ya çareseriyê tune be, divê hûn ji yên zana bipirsin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'Derfetê bidin min ez ê di hefteyekê de çareser bikim.' Lê aqilê dewletê li hember aştiyê etnê bi tecrîdê dizane. Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, lê bi ser neketin û dê bi ser nekevin."    Ûçarê destnîşan kir ku ew ê bi yelîtiyê aştiyê bi destê xwe ava bikin.    Mîtîng bi stranên hunermend Xecê didome.