Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin 2023-09-01 15:45:03 ERZIROM - Hestiyên Yilmaz Ûzûn ê di bombebarana li çoltera Sêrtê ya di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan di nava qutiyê de teslîmî malbatê kirin.    Hestiyên Yilmaz Ûzûn ê di bombebarana li çoltera Sêrtê tevî 5 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest dabû piştî 3 salan di nava qutiyê de teslîmî malbatê kirin. Tevî ku malbat ji bo teşhiskirina cenaze xwîn dabû û encamên wê derketibûn  jî agahî nedan malbatê û cenazeyê Ûzûn li Goristana Bêkesan hatibû veşartin.    ‘ENCAMA TESTA DNAY'Ê JI MALBATÊ VEŞARTIN   Îbrahîm Ûzûn ê hestiyên lawê xwe di nava qutiyekê de wergirt wiha got: “Kurê min di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest da. Wê demê ez hatim Sêrtê û min mînaka xwînê da. Tevî ku di sala 2021’an de encam derketin jî agahî nedan me. Piştre me daxwaznameyek da. Cenaze piştre teslîmî me kirin.”   Malbat a cenaze wergirt û bir navçeya Tatosê ya Erziromê.    LEŞKERAN NIMÊJA CENAZE QEDEXE KIR   Hate destnîşankirin ku ji bo cenazeyê Ûzûn leşkeran zext li keyayê gund û mele kirin e. Hat gotin ku leşkeran li keya geriyane û jê re gotine ew ê destûr nedin ku nimêja cenaze li mizgeftê were kirin.