Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist 2023-09-01 13:06:02 STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, pankart daliqand.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin û ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da, li navçeyên Çekmekoy û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Ciwanên ku pankarta “Şakîr Turan nemir e û dê ciwan hesabê ji kujerên wî bipirsin” li ser cadeyan daliqandin. Her wiha ciwanan nivîsa “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” nivîsandin.