ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye 2023-09-01 12:17:07 AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya xwebirêxistinkirin û xweîfadekirinê di bin zexteke giran de ye û wiha got: “Ji ber vegotina fikrên xwe cezayên giran tên birîn.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêyî hincetan nîşan bidin a niha aştî” hate vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya, Hevserokên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, nûnerên Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn.    ‘A GIRÎNG AŞTIYEKE LI SER BINGEHA MAF Û AZADIYAN E’   Daxuyanî ji hêla Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ve hate xwendin. Yilmaz, bi bîr xist ku Almanyayê di 1’ê îlonê de Polonya dagir kir û Şerê Duyemîn ê Cîhanê dest pê kir. Yilmaz, da zanîn ku li seranserî cîhanê bi milyonan kesên li dijî şer 1’ê Îlonê weke Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihandin. Yilmaz, wiha domand: “Weke ÎHD’ê ji bo me tişta bingehîn; aştiyeke li ser esasên maf û azadiyan e. Di îro de ku em roja aştiyê pîroz dikin de jî li gelek deverên cîhanê şer û pevçûn hene. Dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkrayanê dibe sedema êş û azarên mezin. Her wiha şerên navxweyî yên li Lîbya û Sûriyeyê dibin sedema koçberiya bi milyonan kesan. Li hêla din israra Tirkiyeyê ya di neçareserkirina pirsgirêka kurd de jî her sal dibe sedema mirina bi sedan kesan.”    ‘KURD JI BER FIKRÊN XWE YAN TÊN GIRTIN AN JÎ SIRGÛN DIBIN’    Yilmaz, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Domandina şer û pevçûnan ji hêla dewletê ve zextekî giran li civakê dike. Li Tirkiyeyê azadiya xwebirêxistinkirinê û mafê xweîfadekirinê di bin zexteke giran de ye. Niha gelek kes ji ber anîna ziman a fikrên xwe bi cezayên giran tên cezakirin û dikevin girtîgehan. Bi taybetî siyasetmedarên kurd, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û hunermendên kurd tenê ji ber ku ji dewletê cuda difikirin an tên girtin an jî neçar dimînin ku welatê xwe biterikînin. Weke parêzvanên mafên mirovan em careke din bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman û bang li hikûmetê dikin ku ji bo zimanê nefretê yê li civakê tê ferzkirin bi dawî bibe, polîtîkayên aştiyane yên li ser esasê mafên mirovan bimeşîne û dev ji polîtîkaya tecrîdê ya ku Tirkiyeyê li ser aştiya civakî dide meşandin berde.”   Piştî xwendina metnê daxuyanî bi dawî bû.