Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan 2023-09-01 11:36:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên ji hêla Talîbanê ve bi îdiaya “hevkariya bi komên medyayê yên qedexekirî re” hatibûn girtin hatin berdan.    Sê rojnamegerên 3 hefte berê li bajarê Nangarhar ê Efxanistanê ji hêla Talîbanê ve hatibûn girtin, hatin berdan. Rojnameger Celalabad- Faqir Mohammad, Faqirzai Jan û Agha Saleh bi îdiaya “Hevkariya bi komên medyayê yên qedexekirî re” hatibûn girtin û hatin berdan.    HREÎ KÊM 10 ROJNAMEGER GIRTÎ NE   Navenda Rojnamegerana Efxan (AFJ) bi daxuyaniyekê xwestibû ku rojnameger tavilê werin berdan. AFJ’ê da zanîn ku niha herî kêm 10 rojnameger girtî ne. Daxuyaniya AFJ’ê ya têkildarî mijarê li ser medyaya dijîtal hatiye parvekirin wiha ye: “Girtin û gefên li dijî rojnamegeran ên li welêt zêde bûne. Vê yekê kir ku tirs û otosansura li welêt zêde bibin. Banga me ya ji bo ‘Mîrtiya Îslamê’ ya Talîban ew e ku dev ji girtin û gefan berde. Divê xebatên rojnamegeran neyên astengkirin û dema rojnameger peywirên xwe yên pîşeyî pêk tînin bila rêz bo were girtin.”