Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e 2023-09-01 09:04:40   STENBOL - Berdevkê Hewldana 78’iyan Celalettîn Can beriya were girtin ji ajansa me re axivî û wiha got: “Rojekê dê li vî welatî azadî û demokrasî serwer be. Di wan rojên xweş de em ê bi hev re govendê bigerîni. Ji ber ku li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e.”    Bi hinceta ku tev li kampanyaya “Gerînendetiya Giştî ya Weşanê ya Nobedar” a ji bo piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re bûye ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, derheqê Berdevkê Hewldana 78’iyan Celalettîn Can de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Bi vê îdiayê salek û 3 meh cezayê hefsê li Can hate birîn.     Can, duh di saetên serê sibehê de çû Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Piştî kirariyên li dozgeriyê, xwestin ji bo muayeneya bijîşk bibin nexweşxaneyê. Di vê navberê de destên wî hatin kelemçekirin. Piştre jî Can hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Metrîsê.    Beriya girtina xwe, Can di 29’ê tebaxê de tev li “Nobeta Edaletê” ya bi mebesta piştevaniya bi girtiyên Doza Geziyê re bûbû û derheqê cezayê lê hatiye birîn û biryar agirtinê de axivî.    7 SAL PIŞTRE CEZA DAN   Can, bal kişand ser pêvajoya kampanyaya piştevaniyê ya bi rojnameya Ozgur Gundemê re û wiha got: “Dema dixwestin rojnameya Ozgur Gundemê bigirin, ji me komek hevalan li ser bangawaziyan biryar da ku tev li kampanyaya gerînendetiya weşanê ya giştî bibin. Em tev li bûn. Piştre li çendek hevalên me yên tev li kampanyayê bûne ceza hatin birîn. Gelemperiya van dozan hatin taloqkirin. Bi ser re 7 sal derbas bûne û îro ceza dan. Bi piştevaniya bi Ozgur Gundemê re tu sûc nehatine kirin. Rojnameyeke legal û demokratîk e ku her kes dixwîne. Dixwazin ji ber vê piştevaniyê min ceza bikin û ji azadiya min bêpar bihêlin.”    ‘DIXWAZIN HEWAYÊ TIRSÊ AVA BIKIN’    Bi domdarî Can destnîşan kir ku îktîdar piştî ku di hilbijartinan de bi ser ketî, dixwaze bi girtin û zextan di nava gel de tirs û fikaran belav bike. Can, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xuyaye ku dixwazin zextê li xelkê bikin, bi girtin û binçavkirin rê li ber mafê azadiya fikr û raman û xweîfadekirinê bigirin. Bêperwatiya wan piştî hilbijartinê zêdetir bû û her ku diçe zêdetir dibe. Weke mînak, rojnamegeran ji ber xwe ve binçav dikin, her tim êrişî Dayikên Aştiyê dikin. Divê muxalefet bêdengiya xwe bi dawî bike û tev li têkoşîna hevpar bibe. Em ê van jî derbas bikin. Dê nekarin pêşî lê bigirin ku fikra azadiyê were nivîsandin û derdorên cuda fikrên xwe binivîsin. Rojek dê were ku dê li vî welatî azadî û demokrasî serwer be. Di wan rojên xweş de em ê bi hev re govendê bigerînin. Ji ber ku li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e.”    MA/ Îbrahîm Irmak