'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in' 2023-09-01 09:01:00     RIHA - Welatiyên Rihayê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtikayên şer ên dewletê ne û gotin ku divê edî ev şer bisekine û aştî pêk were.    Li bakurê Kurdistanê û Tirkiye krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Welatî êdî hatine asta ku nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin. Her wiha pêşî li bihabûna dovîzê nayê girtin û ev yek jî dibe sedema bihabûn û zeman, ji ber bihabûnê welatî tenê aboriya xwe difikirin û tenê qala krîza aborî dikin. Li bajarê Rihayê yê bakurê Kurdistanê welatî ji ber rewşa bihabûnê bi gilî û gazin in.    Me li kolan û cadeyên Rihayê ji welatiyan rewşa aboriyê pirs kir. Welatiyên ku pirsên me bersivandin destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in û xwestin ev şer bê rewestandin.    Muslum Çîftçî anî ziman ku 12 sal in ew li sûkê dikandar e û heta niha krîzek aboriya weke niha nedîtiye. Çîftçî da zanîn ku kirêya dikana wî sala par 5 hezar lîre bûyê lê niha 15 hezar lîre ye û wiha got: "Riha ku bi fistiqên xwe nav û dengê niha kîloya fistiqan 440 lîre ye. Kî dikare van fistiqan bikire? Keseke/î ku bikare li gor dilê xwe dan û standinê bike tune ye. Sedema vê yekê şerê ku 40 sal in didome û bandora xwe li ser aboriyê dike ye. Heta ev şer berdewam bike krîza aborî çareser nabe, aramî nayê vî welatî. Serokkomarê AKP'yî Erdogan derketiyê dibêjê hûn dizanin guleyek çend pere ye. Heke ev şer heta niha berdewam dike sûcê me hemûyan e. Ji bo ev şer bisekine û krîza aborî çareser bibe divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Heke ev tecrîd bê rakirin gel jî bêhnekê bistîne.”    'ŞER BI DAWÎ BIBE QIRÎZ JÎ WÊ ÇARESER BIBE'   Welatiyê bi navê Alî Ekber (48) jî destnîşan kir ku sedema krîza aborî polîtikayên şer in û wiha got: "Şer ne çareserî ye, bi şer ve meriv nikare tu encaman bi dest bixe. Li ku şer hebe aboriya wê derê têk diçe, heke aştî hebe ji guleyan re pere nayê xerckirin û ev pere ji gel re dimîne. Ji bo krîza aborî çareser bibe divê ev şer bê sekinandin. Heke şer bi dawî bibe krîza aborî jî wê çareser bibe. Divê budçe ne ji şer re ji gel re bê veqetandin."   Muzaffer Toy (51) jî bi lêv kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û ev tişt anîn ziman: "Ji ber polîkayên zilma desthilatdarê pêşî li krîza aborî nayê girtin. Li her qadê têkçûyîn û krîzeke aborî heye. Sedema vê krîza aborî desthilata AKP'ê ye. Siyasetmedarên kurd dîl hatine girtin, şer heye, heke ev şer bi dawî bibe krîza aborî jî wê çareser bibe. Em şer naxwazin. Desthilat naxwaze ku ev şer bi dawî bibe, heke şer bi dawî bibe nikare siyasetê bike. Em aştî û azadiyê dixwazin."   'SEDEMA KRÎZA ABORÎ DESTHILAT E'   Ramazan Demîr (37) ê ku li Pasaja Kapakliyê karê alavên elektronîkê dike jî diyar kir ku yek jî sedema krîza aborî desthilata AKP-MHP'ê ye û got: "Her ku diçe lîreyê erzan dibe, niha telefonê herî erzan 7-8 hezar lîre ye. Kesek bi mûçeya asgarî debara xwe dike wê çawa bikaribe van telefonan bikire? Li Rihayê bihayê kirêya xaniyan ji ser 10 hezar lîreyî re ye. Sedema vê yekê hemû kes dizane lê ji tirsan nikare bêje. Dema got, 'Hûn dizanin guleyek çiqas pereyan e' jixwe diyar kir ku wê rewşe xirab bibe."   Mehmet Dogurur (28) ku ji ber nebûna azadiyê ramanê nerazîbûna xwe nîşanî polîtikayên desthilatdariyê da û rexne kir û wiha got: "Nebûna azadiya remanê û zextên desthilatê jî bandor li ser krîza aborî dike. Êdî mirov hatine wê astê ku nikarine fikir û remanên xwe bînin ziman. Bêedaletiyeke mezin heye. Tenê sedema krîza aborî desthilat e. Heke ku em dixwazin krîza aborî çareser bibe, divê di destpêke de ev desthilat biguhere."   'NAYÊ BÎRA MIN ME KENGÎ FÊKÎ KIRIYE’    Halîl Çîfçî (67) ku bi meaşê teqawîdê debara xwe dike hezar lîre ji berîka xwe derxist û got: “Ez ê 23 rojan bi vî pereyi çawa debara xwe bikim?” Çîfçî anî ziman ku ew dixwaze fistiqan bikire lê pereyên wî têrî kirîna fistiqan nake û wiha bertek nîşanî bihabûn û krîza aborî da: "Sedema vê bihabûnê û krîza aborî desthilat e. Nayê bîra min me herî dawî kengî fêkî kirî ne. Dilê min diçe fistiqan lê nikarim bikirim. Hilbijartinên herêmî nêz dibin wê demê ji bo hilbijartinan wê zemê li mûçeya teqawîdan bikin. Bila tu kes deng nede desthilata AKP’ê, heke kî deng bide wan nimêja wan qebûl nabe."   'DESTHILATÊ ABORÎ QEDAND'   Mehmet Reşat Guvenç (52) ê cotkariyê dike jî bertek nîşanî polîtikayên desthilatê yên çandiniyê da û wiha rexne kir: "Kes cotkaran nafikire, yek jî sedema krîza aborî polîtikayên şaş ên çandiniyê ne. Riha bajarê çandiniyê lê piranî kes ji ber bihabûnê nikarin zeviyên xwe biçînin."    Servet Dag (50) ê astengdar jî bi lêv kir ku zem li mûçeya teqawîdan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Desthilat aboriyê qedand. Li marketan em nikarine tiştekî bikirin. Partiya desthilat dibêje bila welatî hinek xwe teng bikin lê divê di destpêke de desthilat ji xwe dest pê bike. Bila parlamenter û wezîr dev ji wan wesayîtên luks di bin xwe de berdin. Pişt re jî ji gel re bêjin."   'EZ ÊDÎ DENG NADIM AKP'Ê'   Halaf Beyzagul (60) jî da zanîn ku wî di hilbijartina dawî de deng daye desthilata AKP'ê lê ji ber krîza aborî êdî deng nade desthilatê û got: "Piştî hilbijartinan her tişt biha kirin. Heta niha min her tim deng da AKP'ê lê ji niha şûn ve êdî ez deng nadim AKP'ê. Nanek bûye 6 lîre. Rojê em 12 nanan dikirin û ev dike 72 lîre. Em mehê tenê nan bixwin 2 hezar û 160 lîre tenê heqe nan e."   'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'   Ramazan Dogan (60) jî bi lêv kir ku ew nikare bi mûçeya teqawîdê debara xwe bike û got ku heke ev roje tenê bi simît û çayê pêdiviya xwarinê dabin bike jî ev mûçe têra wî nake.    Asim Sultan (72) jî anî ziman ku ew bi mûçeya teqawîdê debara xwe dike û wiha bertek nîşanî krîza aborî û bihabûnê da: "Em birçî ne. Her tişt pir biha bûye."    Mustafa Dal (19) ê li lokantayê de karê kuryeyê dike diyar kir ku ew heqê keda xwe nagire û got ku ev siberojê xwe qet baş nabîne û ji bo aborî baş bibe divê desthilat biguhere.    MA / Mahmut Altintaş - Emrullah Acar