ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-01 09:00:13     * Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kes û got: “Heke îro jin dikaribin xwe bînin ziman û dibin îrade, ev yek encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin.”    * Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku li girtîgehan êrişên herî mezin li ser jinan e û got: "Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku jinan teslîm bigire. Lê li dijî vê berxwedaneke bêhempa heye."    * Endamê Komîteya Amadekar a Rêwîtiya Azadiyê Azad Erîş ji bo beşdariya li meşa û konferansên ku dê di navbera 2-3'yê Îlonê de li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir, got ku ew jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin.   * Robarê Nerdûşê ku kaniya wê Çiyayê Cûdiyê ye, ji ber ava kanên komiran gefê li jiyana candaran dixwe.    * Rojnamevan Îkram Balekanî peymana ji bo bêçekkirina partiyên kurd ên li Rojhilatê nirxand û got ku divê partiyên kurd li dijî tasfiyekirinê bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin.    * Zozanên Feraşînê ji çar aliyan ve di bin dorpêça leşkeran de ye û li ser her girekê wê leşker hatine bicihkirin. Şêniyên Feraşînê diyar kirin ku bi dorpêça leşkerî re tu aramiya herêmê nema ye û êdî çi xweşî û xêra welatê xwe nikarin bijîn.    * Welatiyên Rihayê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtikayên şer ên dewletê ne û gotin ku divê edî ev şer bisekine û aştî pêk were.    * Berdevkê Hewldana 78’iyan Celalettîn Can beriya were girtin ji ajansa me re axivî û wiha got: “Rojekê dê li vî welatî azadî û demokrasî serwer be. Di wan rojên xweş de em ê bi hev re govendê bigerîni. Ji ber ku li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e.”    * Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)   * Rêxistinên hiqûqê dê ji ber destpêkirina sala nû ya edlî li gelek bajaran daxuyanî bidin. (12.00)   * Partiya Çepên Kesk û HDP dê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyona Amedê mitîng li dar bixin. (16.00)