Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin 2023-08-31 15:32:27   STENBOL - Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê ku derbarê wî de salek û 3 meh cezayê hepsê teqez bûye, li Edliyeya Stenbolê hat binçavkirin.    Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can di piştevaniya bo rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn.    LI EDLIYEYÊ HAT BINÇAVKIRIN    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê xwest ku Can di nav 10 rojan de biçe teslîmî saziya înfazê ya ceza bibe. Can îro çû Edliyeya Stenbolê. Polîsan Celalettîn Can li edliyeyê kirin binçavan. Polîsan destê Can kelemçe kirin û wî birin muayeneya doktor. Can li ber muayeneya kelemçekirî rabû û ev bertek nîşan da: “Dîsa rojek ji rojên tabloya şermê ya şert û mercên welat ku em têde derbas dibin.”    Hat zanîn ku dê Can di saetên êvarê de bibin Girtîgeha Metrîsê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê.