Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin 2023-08-31 15:20:38   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê Kahraman Erdem ê di êrişek çekdarî de hat kuştin.    Li gundê Pîranê yê bi ser navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ve duh êvarê Kahraman Erdem (40) dema li şaneşîna mala xwe rûniştîbû bi êriça çekdarî re rû bi rû ma. Hat zanîn ku Erdem bi giranî birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneyê.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer duh êvarê saet li derdora 22.30’an qewimî ye. Dema ku Erdem li şaneşîna mala xwe rûniştî bûye bi çekên lûle dirêj êriş hatiye kirin û bi giranî birîndar bûye. Erdem ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê tevî hemû mudaxileyên bijîşkan jî nehat rizgakirin û jiyana xwe ji dest da.