KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin 2023-08-31 14:51:05   ENQERE - Serokê Şaxa Hejmar 3 yê Egîtîm Sen a Enqereyê Cemal Erdogan diyar kir ku di hevdîtinên TÎS’ê de sendîkayên nêzî îktîdarê diyarker in û wiha got: “Weke KESK’ê em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin.”    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Enqereyê têkildarî pêvajoya Peymana Komî ya Kar (TÎS) li pêşiya Peykerê Ataturk ê Ulusê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Peymana komî ya bêgrev nabe, em ê teslîmî hejariyê nebin” hatibû vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Zem, zilm, îşkence vaye AKP” û “Perwerdeya zanistî, laîk û bi zimanê dayikê” berz kirin.    ‘REJÎMA YEKZILAMÎ ÊRIŞÎ HER QADÊ DIKE’   Serokê Şaxa Hejmar 3 ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Enqereyê Cemal Erdogan axivî û got ku rejîma yekzilamî êrişî her qadên civakê dike û wiha domand: “Weke KESK’ê em dîsa li hemû bajarên Tirkiyeyê li qadan e. Ji ber ku polîtîkayên kapîtalîst ên hovane yên rejîma yekzilamî, êrişî rûbarên me, daristanên me û tevahiya xwezaya me dike. Bi Projeya ÇEDES’ê hewl didin melayan bixin dibistanên me û bi biryara Lijneya Talîm Terbiyeyê dersên olî kirin dersên mecbûrî. Walîtiya Stenbolê bi biryarên xwe mudaxileyî şêweyê jiyana me dike. Weke KESK’ê em dibêjin ku dê xwedî li xweza, mirov, ked, maf demokrasî û laîktiyê derkevin.”   ‘KEDKAR NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’    Herî dawî jî Erdogan ev tişt anî ziman: “Îro, roja dawî ya hevdîtinên TÎS’ê ye. Şandeya hakem a ji 11 kesan pêk tê, dê zema mûçeyê bi milyonan kedkaran a di navbera salên 2024-2025’an diyar bike. Anku ew dê diyar bikin bê ka 30 milyon kes dê di nava kîjan şertan de bijîn. Aboriya çewt û avadaniya civakî ya Tirkiyeyê bi xwe re xizanên nû diafirîne. Polîtîkayên bacê yên îktîdarê fatûreya krîzê li xizanan dibire û barê wan giran dike. Zemên ji bo mûçeyan tên kirin; ji ber bacê û zêdebûna rêjeya KDV’ê roj bi roj dihelin. Di diyarkirina biryarên zemê ya TÎS’ê de sendîkayên nêzî îktîdarê diyarker in. Weke KESK’ê banga me ji bo hemû konfederasyonê ye; weke hema carekê jî be em bibin yek. Em dakevin qadan. Bi hêza xwe ya ji hilberandinê werin em jiyanê bidin sekinandin. Wê demê dê ev pergala şêlandinê bisekine û heqdestê ku kedkar û xizan heq dikin bi dest bixin. Werin em bi hev re têbikoşin. Wê demê em ê bibînin bê ka mafên em dibêjin nayên bidestxistin çawa tên bidestxistin.”