‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’ 2023-08-31 14:24:27   AMED - Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî hewldana ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherînin muzeyê daxuyanî da û wiha got: “Em dixwazin kesên ku di vê heyamê de şahidî kirine, mexdûr û rêxistinên sivîl ên li bajêr jî tev li qonaxa projeyê bibin.”   Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî hewldana ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherînin muzeyê, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtîgeha Amedê bila bibe muzeya mafên mirovan” hate daliqandin.  Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk, Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya ku ji 93 saziyan pêk tê, nûnerên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.    ‘ARMANC EW E KU GIRTÎGEH BIBE MUZEYA MAFÊN MIROVAN’   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ku di 4'ê Tîrmeha 1980'an de hat vekirin, piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê bûye navenda sûcên binpêkirinên giran ên mafên mirovan ku tu carî ji bîra gelê kurd nayê paqijkirin. Eren, diyar kir ku di encama îşkenceya giran a fizîkî û psîkolojîk de gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan, pirsgirêkên tenduristiyê yên mayînde derketin holê ku hîn jî bandorê li girtiyan dike. Eren, anî ziman ku li gel van hemû serpêhatiyan 40 salên din jî girtîgeh hate bikaranîn û di sala 2022’yan de hate girtin. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî ‘Komîsyona Rastî û Edaletê ya Girtîgeha Diyarbekirê’ ku ji aliyê Înîsiyatîfa 78'an û gelek saziyên sivîl û pîşeyî ve hatiye avakirin, wehşet û wêrankirina leşkeriya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê anîn rojeva welat û raya giştî ya cîhanê. Armanca van hemû hewldanan ew e ku Zindana Amedê bibe muzeya mafên mirovan ku dê hişyariyê bilind bike da ku sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê dubare nebin.”   ‘EM DIXWAZIN TEV LI QONAXA PROJEYÊ BIBIN’   Bi domdarî Eren got ku fikra veguherandina Girtîgeha Amedê ya muzeyê ji aliyê rayedaran ve dem bi dem dihat rojevê û ev tişt anî ziman: “Em herî dawî hîn bû ku girtîgeh ji bo ku bibe ‘Muzeya Bîranîn û Etnografiyê’ ji şîrketeke taybet re hatiye îhalekirin. Em rêxistinên civaka sîvîl, pîşeyî û karsazî yên jêrîn îmzeya me heyî, daxwaz dikin ku her santîmetreya Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê, li gorî rastiya xwe ya dîrokî bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’. Bi vê mebestê em dixwazin kesên ku di vê heyamê de şahidî kirine, mexdûr û rêxistinên sivîl ên li bajêr tev li qonaxa projeyê bibin.”   SAZIYÊN KU ÎMZE KIRIN   Navên saziyên ku daxuyanî îmze kirin wiha ne: “Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê (93 saziyên amedê), Şanoya Bajêr a Amedê, Ma Musîc, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED), Atolyeya Hunerê ya A4, HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP, CHP, Partiya Deva, Partiya Însan û Azadî, Hereketa Azadî, DDKD, Partiya Komunist a Kurdistanê û Partiya Saadetê.”