Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin 2023-08-31 14:10:32   MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Şakîr Turan li girtîgehê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turan li bajarê wî Stewrê hate oxirkirin.    Girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin û bi nexweşiya penceşêrê ketibû. Turan ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turan, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê. Piştî kar û barên otopsiyê radestî malbata wî hate kirin.    Malbatê duh cenaze anî Amedê. Cenaze, bi saetan li pêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Bajarê Nû ya Amedê hate sekinandin. Piştî israra parlamenterên Partiya Çepên Kesk, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ji bo ku cenaze ji hêla polîsan ve neyê revandin, duh li pêşiya nexweşxaneyê nobet hate girtin. Piştî ku malbata Turan a li Antalyayê dijî hate Amedê, cenaze ber bi Mêrdînê ve birin.    TURAN JI EWIL BIRIN MALA WÎ   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amed û Mêrdînê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Komeleya Alimên Olê ya Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li konvoya cenazeyê bûn. Konvoy, di ketina gund de hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Turan ji ewilî birin mala wî. Cenaze heta demekî li malê hate hiştin û piştre jî anîn pêşiya Navenda Jiyana Civakî ya Şûtê. Li vir nimêj li cenazeyî hate kirin û li goristana gund hate definkirin.    ‘BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ NÊZ DIBIN’   Piştî merasîma definkirina cenazeyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu axivî. Kordu, da zanîn ku Turan beriya mirina xwe bi zor û zehmet diaxivî û ev tişt anî ziman: “Bi sekna xwe ya xurt ji bo me bû mînak. Dema min pirsa xwarinên girtîgehê jê kirî wiha bersiv da min; ‘Ez bi zor û zehmet dixwim. Heke xwarin nebe jî dibe lê jiyaneke bêyî azadiyê nabe.’ Dema min ev gotin bihîstin gelek hestiyar bûm. Em soz didin apê xwe ku em jî dê sekna wî raber bikin. Di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de bû. Di demên dawî de nêzî 30 qeydên wî yên nexweşiyê hebûn. Di nava 2 mehan de 25 kîloyan zeîf bûbû. Dewlet, bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe. Mirina apê Şakîr, mirineke asayî nîne. Mafê wî yê jiyanê ji destê wî stendin.”    ‘EM SOZA TÊKOŞÎNÊ DIDIN’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bi sersaxiyê dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em soz didin apê Şakîr ku heta Kurdistan azad dibe dê têkoşîna me bidome. Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî li girtîgehan terkî mirinê hatin kirin. Ev sed sal in tenê mirinê hêjayî kurdan dibînin. Ev mirin bi destê dewlet û îktîdarê hate kirin. Ji duh heta niha her tiştek bi serê cenazeyê wî anîn. Lê ew çiqas zilm û zextê bikin jî em ê paşvegavê neavêjin. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”    AXAFTINA WÎ YA DAWÎ YA BI BAVÊ WÎ RE   Piştre jî kurê Turan, Abdurrahman Turan axivî û got ku herî dawî dawiya hefteya berê çûbû cem bavê xwe û wiha got: “Wê demê hiştin em biçin serdanê. Gotina bavê min a dawî ev bû; ‘ez serbilind im û min paşvegav neavêt. Bila serê we jî bilind be.’”    Piştî axaftinan, girse derbasî konê şînê yê li Navenda Jiyana Civakî ya gundê Şûtê bû.