Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin 2023-08-31 12:10:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di mehek dawî de di encama êrişên Tirkiyeyê ên li dijî gundên Eyn Îsayê de 4 welatî şehîd bûn û 4 kes jî jî birîndar bûn.   Tirkiye û hêzên paramîlîter ên giredayî wê ji destpêka meha tebaxê ve gundên li eniyên şer ên navçeya Eyn Îsa û gundewarê kantona Girê Spî bi çekên giran kir hedef. Di encamê de zerarên madî û windahiyên canî çêbûn.   Li gorî nûçeya ANHA'yê di 8'ê tebaxê de Tirkiyeyê komkujiyek li gundê Şirkê yê rojhilatê Eyn Îsayê yê başûrê rêya navneteweyî M4`ê pêk anî. Di encamê de ji malbata Xemîs El Xelawî 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar bûn.     Navên kesên bûne qurbanî wiha ne: El Cede Dewze (60), Heya El Xelawî (10) û Ebdulla El Xelawî (3).   Navên birîndaran jî ev in: Melek El Xelawî (12), Tehanî El Xelawî (5) û dayika wan Heya Umer (25).