Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne 2023-08-31 11:13:26 AMED - Şêniyên Taxa Febrîqeyê diyar kirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hewl dide bi darê zorê malên wan biherifîne. Şêniyan, komên zabiteyan ên ji bo hilweşandinê hatin taxê dûr xistin.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2021’an de ji bo 20 mal û erdên li kolana 831’emîn a li Taxa Febrîqeyê ya Bajarê Nû biryara “Îstîmlaqkirin û herifandinê” da. Şêniyên taxê jî li dijî vê biryarê derdikevin û têkoşîna hiqûqî dan destpêkirin. Şêniyên taxê li dijî biryarê li 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doza betalkirinê vekir. Doz, ji hêla dadgehê ve hate redkirin. Li ser vê yekê şêniyênt axê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê dan. Doz hêj didome û ji bo erdên xwediyên malan bihayeke di navbera 40 hezar û 260 hezar lîreyan de hate diyarkirin. Zabiteyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûm de hatin taxê û ji şêniyan re ragihandin ku dê malên wan bên hilweşandin. Şêniyên taxê jî gotin dê destûrê nedin malên wan bên xerakirin û bertek nîşan dan.    ‘HEKE ME BIKUJIN JÎ EM DERNAKEVIN’   Ji welatiyan Tekîn Koyun ku dê mala wî ya du qet were hilweşandin da zanîn ku zabite hatine taxê û gotine ku dê ji ewil mala Emîn Yaprak û rojek piştre jî mala Heybet Koyun were hilweşandin. Koyun, wiha dom kir: “Me jê pirs kir bê ka biryareke dadgehê heye yan na. Lê tu ewraq nîşanî me nedan. Ev bû salek û nîv ku doza me didome. Bêyî ku delîlek hebe yan jî biryareke dadgehê, dixwazin hilweşînin. Ji sedî 99 van ji mitehitan pere girtine. Dê tenê 550 mîtro rê were vekirin. Dê 19 mal ji ber sîteyekê bên tunekirin. Tu muxatab nînin ku em pê re biaxivin. Tenê ji me re dibêjin ‘ji we re pere û ji wir derkevin.’ Ji bo mala min dibêjin 40 hezar TL. Tekane daxwaza me, mafê me ye. Bila muxatab bê pêşberî me û heqê me bidin. Heke ev mal bi 3 milyon TL’an were çêkirin û tu bi 400 hezar TL’an bifiroşî û kirê jî bûne 15 hezar TL ma em ê çawa bikin. Em ê bi tu awayî nehêlin malên me herifînin.”    ‘QEYÛM MALÊN ME BI DARÊ ZORÊ DIHERIFÎNE’   Welatiyê bi navê Necat Kurt jî destnîşan kir ku dê ji bo sîteyekê malên li kolanê bên hilweşandin û ev tişt anî ziman: “Ji bo malên me yên bi milyonek TL’an tenê 116 hezar TL’an pere didin. Şaredariya qeyûm hewl dide me bi darê zorê ji malên me derxîne. Bila heqê me bidin me, wê demê bila biherifînin. Ji bo 18 malan bila tu kesî mexdûr nekin. Daxwaza me ew e ku heqê me bidin. Ji bo mala me ya du qet û 160 metrekare 116 hezar TL’an didin. Bi vî pereyî em nikarin odeyekî jî çêbikin. Niha torosek bi 200 hezar TL’an e. Şaredariya qeyûm hewl dide bi darê zorê malên me biherifîne. Em ê destûr nedin. Heta ku me nekujin nikarin wan avahiyan hilweşînin.”    'BI 200 HEZAR TL’AN MIROV NIKARE DAŞIRÊ ÇÊBIKE’   Jina bi navê Kamîle Yaprak jî pirsa “Heke malên me bên hilweşandin ma em ê bi ku de biçin?” kir û wiha domand: “Bi wî pereyê didin me em nikarin ji xwe re erd û avahî bikirin. Nahêlin em li malên xwe bimînin. Bila bo me çareseriyekê peyda bikin. Em jin dê nehêlin malên me xera bikin. Me ji bo çêkirina van malan kedekî mezin da. Me jinan bi xwe ev hesin girê dan. Qalib me bi xwe girê dan. Heta me ev mal çêkirin em pê ve perîşe bûn. Dê 200 hezar TL’an bidin me lê bi vî pereyî daşir jî nayê çêkirin.”    Pakîze Kurt jî bi lêv kir ku mala wan hatiye hilweşandin lê mafên wan nehatine dayîn. Kurt, wiha pê de çû: “Bihayê mala me weke 170 hezar TL diyar kirin. Bi vî pereyî kolik jî nayê çêkirin. Dema heqê me dan me em ê destûr bidin. Lê hem pere nadin hem me bi darê zorê derdixînin. Heke heqê me nedin, me bikujin jî nikarin bikevin vê derê. Di vê krîzê de em ê bêmal çawa bikin? Bila yan malê bidin me yan jî xwe têkilî me nekin.”    'QEYÛM ZORÊ LI ME DIKE’    Têkildarî mijarê Îzzet Kurt jî destnîşan kir ku ji bo mal û baxçeyê wî 70 hezar TL pere hatiye diyarkirin û wiha bertek nîşan da: “Erdê min ê tapûkirî ye. Lê bi darê zorê hildiweşînin. Heqê mala me çi be bila wî bidin me. Baxçeyê min donimek erd û mala min jî 150 metrekare ye. Hekê heqê me bidin em ê derkevn. Ji bo mala zarokê min 40, ya birayê min jî 70 hezar TL’an didin. Bi vî pereyî mirov nikare hesin jî bikire. Dewlet ji me re dibêje ‘em ê bi darê zorê hilweşînin.’ Qeyûm bi zanebûn hilwedişîne.”    ZABITEYÊN JI BO HILWEŞANDINÊ HATIN JI TAXÊ HATIN DERXISTIN   Komên zabiteyan ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê duh ji bo hilweşandinê çûn taxê lê şêniyan nehiştin bikevin taxê. Şêniyên taxê zabite dan ber keviran, dûr xistin û gotin ew biryara qeyûm nas nakin. Piştî bertekan, li cihê bûyerê polîs hatin veguhestin. Polîsan xwestin bi şêniyên taxê re hevdîtinê bikin. Di encama hevdîtinê de biryar hate dayîn ku karê hilweşandinê dest pê neke. Li gorî agahiyan; heta biryara dadgehê tê şandin dê komên girêdayî şaredariyê nekevin nava hewldana hilweşandinê.    Li ser vê yekê şêniyên taxê çalakiya xwe ya nobetê bi dawî kirin.    MA / Mujdat Can