Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê 2023-08-31 11:01:20 ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, diyar kir ku bi giştî deynê şaredariyê gihiştiye 5 milyar lîreyî û got ku ew ê der barê Hewzeya Avê ya Êlihê ya ji bo îmarê hatiye vekirin serî li Dadgeha Îdareyê bidin.   Wezareta Xezîne û Maliyeyê di 21’ê tebaxê de deynê 30 îdareyên xwecihî nûjen kir û wek raporekê ragihand. Derketibû holê ku 10,5 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndarî heye û ji vî deynî 6 milyar û 698 milyon lîre aydî şaredariyên AKP’ê û şaredariyên di bin rêveberiyên qeyûman de ne. Şaredariya Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye jî bi 336 milyon û 56 hezar lîre di lîsteya şaredariyên deyndar de cih girt.    Qeyûmê beriya vê serdemê jî Cîgirê Waliyê Êlihê Şevket Aksoy 307 milyon lîre şaredariyê di bin deyn de hiştibû.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin destnîşan kir ku halêhazir deynê Şaredariya Êlihê gihîştiye 5 milyar lîreyî û deynê Wezareta Xezîneyê û Maliyeyê tenê beşek ji vî deynî ye.    ‘QEYÛMÊ ÊLIHÊ, ŞAREDARIYE DI BIN 5 MILYAR LÎRE DEYN DE HIŞTIYE’    Demîr anî ziman ku di serdemên her du qeyûman de jî şaredarî di bin deynan de hatiye hiştin û piştî ew hatine ser kar her çiqas hinek deynê qeyûm dane jî lê dîsa qeyûm hatiye tayînkirin û hin zêdetir şaredariyê xistiye bin deyn. Demîr da zanîn ku qeyûmê niha adeta şaredariyê xistiye nava giloka deyn û bi giştî deynê şaredariyê gihîştiye 5 milyar lîreyî. Demîr diyar kir ku her çiqas ew pirsa vî deynî ji qeyûm dikin jî lê tu bersiv bo wan nayê dayîn.    ‘AVA ÊLIHÊ DI TALÛKEYÊ DE YE’    Demîr anî ziman ku qeyûm bi planên îmarê zerarê dide tevn û plansaziya bajêr û got: “Çemê Batmanê hewcedariya ava vexwarinê ya bajêr dabîn dike. Lê Çemê Batmanê ji îmarê re vekirin e. Hewzeya avê ya Êlihê dixin talûkeyê. 47 bîrên avê yên şaredariyê hene û ji van 44 hebê wê li qeraxê Çemê Batmanê ne. Em ê li dijî vê plana îmarê serî li Dadgeha Îdareyê ya Êlihê bidin.”    ‘BERÊ ÇEMÊ MERÎÇÊ NIHA JÎ DIXWAZE ÇEMÊ ÊLIHÊ XERA BIKE’    Demîr diyar kir ku qeyûm û waliyê Êlihê Ekrem Canalp dema ku Waliyê Edîrneyê bû Çemê Merîçê jî xera kir niha jî hewl dide zerarê bide Çemê Êlihê û ew ê destûrê nedin vê yekê. Demîr anî ziman ku zîhniyeta qeyûman zîhniyeteke talanker û mêtinger e û wiha got: “Armanca qeyûman ew e ku bajar bêşênî bibe û xelkê vir neçarî koçberiyê bikin. Dixwazin vir vala bikin û ji bo vê yekê çi ji destê wan tê dikin. Bi vê yekê jî alîgirên xwe dewlemend dikin. Em ê destûrê nedin ku tu kesî ku zerarê bidin vî bajarî.”