Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê 2023-08-31 09:59:46 AMED - Girtiyê nexweş ê 70 salî Şakîr Turan ku nexweşê penceşêrê bû û li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê bû, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo definkirina cenazeyê Turan, ber bi Mêrdînê ve ketin rê.    Girtiyê nexweş ê 70 salî Şakîr Turan ku nexweşê penceşêrê bû, li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin. Turan, ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bîngalî Yildirim a Erzînganê dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da.    Piştî kar û barên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî (ATK) a Erzînganê, malbatê cenaze wergirt û di saetên şevê de anî Amedê. Cenaze, bi saetan li pêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Bajarê Nû ya Amedê hate sekinandin. Piştî israra zêde ya parlamenterên Partiya Çepên Kesk, cenazeyê Turan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.    Malbata Turan û parlamenterên Partiya Çepên Kesk ji bo definkirina cenazeyî ber bi Mêrdînê ve ketin rê.