Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê 2023-08-31 09:03:33 WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku beriya hilbijartinên herêmî mal û milkên şaredariyê yeko yeko difiroşe, di nava vê mehê de park, termînala otobêsan, hêwana dawetan û hin avahî jî di nav de bi hezaran donim erse dan ber firotinê.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re mal û milkên şaredariyê da ber firotinê. Qeyûm ku her meh mal û milkên şaredariyê difiroşe, ên nayên firotin jî dewrî saziyên din dike. Hema bibêje qeyûm li bajêr erse nehiştiye ku nefirotiye. Qeyûm qîma xwe bi firotina erseyan neanî, vê carê jî Parka Ehmedê Xanî xist nava lîsteya firotinê.    PARKÊ JÎ DA BER FIROTINÊ   Avahiya demeke dirêj wekî avahiya VASKÎ'yê dihat bikaranîn û di sala 2011'an de di erdhejê de derb xwarib, jî demek berê hat xerakirin. Qeyûm vê erseyê demildest da ber firotinê. Şaredarî ku ji bo qadeke 3 hezar û 500 metrekare îlan çêkir, qadeke hezar û 300 metre kare ya Parka Ehmedê Xanî jî daxilî nava vê îlanê kir. Qeyûm, her wiha meha borî avahiya pêvekî ya berê ya Şaredariya Rêya Armûşê jî xera kir û 820 metrekareyê vê avahiyê da ber firotinê.    ERSEYÊN ŞAREDARIYÊ NEMAN   Lê belê qeyûm ji her wextî bêtir vê mehê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê. Qeyûm li navçeya Artemêtan qadeke turîzmê ya bi hezaran donimî da ber firotinê. Qeyûm ku 13 erse û avahiyên li taxên Eskîcamî û Yenîcamiyê da ber firotinê, bi yek biryarê bi giştî 213 hezar û 457 metrekareyê navçeyê da ber firotinê. Bi firotina van qadan re dê li navçeyê erseyên aîdî şaredariyê nemînin.    Rêveberiya qeyûm li navçeya Rêya Armûşê avahiyên Navenda Ciwanan û 21 hezar û 449 metrekare erse dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Wanê kiribû  û 75 kargehên di Park AVM a Wanê û otoparkek firotibû.    Qeyûm ji bo firotina termînala Otobusan û hêwaneke dawetan a li navçeya Tûşbayê jî karbidestî dabû Meclisa Şaredariyê.    MA / Rûken Polat