ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN 2023-08-31 09:00:01 * Endamê Meclisa Giştî yê PYD'ê Ehmed Xoce anî ziman ku sedemeke êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ew e ku şoreşa Rojava rê li ber plansaziyên Tirkiyeyê yên Rojhilata Navîn digire û got ku şoreşa Rojava hemû destkêftiyên kurdan mîsoger dike.    * Şaredariya Elkê ya ku 5 sal in ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, rêyên tax û navenda navçeyê çênake, lê belê ji baregehên leşkerî re jî rêyên asfaltkirî tên çêkirin. Şeniyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rê ji çiyayan re birin, lê ji me re neanîn."    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku beriya hilbijartinên herêmî mal û milkên şaredariyê yeko yeko difiroşe, di nava vê mehê de park, termînala otobêsan, hêwana dawetan û hin avahî jî di nav de bi hezaran donim erse dan ber firotinê.    * Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê, dê di çarçoveya kampanyaya li dijî polîtîkayên şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Roja dawî ya serlêdanan 3'yê îlonê ye.    * Li derdora avahiya pirxesardîtî ya li hember Şaredariya Êlihê tu tevdîr nehatine girtin. Her wiha bêyî ku haya gelek welatiyan ji talûkeyê hebe, di ber avahiyê re diçin û tên.    * Mehmet Bîlîcî yê 64 salî ku li Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA'yê hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûye, got: "Divê em li dijî dagirkeriyê li ber cwe bidin û xwedî li zimanê xwe derkevin."    * Dayikên Aştiyê ku di 1'ê Îlonê de bi laçikên xwe yên spî li qadan e, wiha bang kirin: "Yê ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e, divê hevdîtin pêk bê."   * Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî diyar kir ku Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ku tehliyeya girtiyên siyasî asteng dike weke merciyên siyasî tevdigerin û wiha got: “Mafê hêviyê jî tê binpêkirin.”    * Akademîsyen Dr. Îsmet Konak xwe gihand belgeyên Y.G. Pçelîna yên di dema geştekî li Kurdistana Sor de û nirxand.    * Cotkarên ku garis çandine daxwaz kirin ku bihayê kîloya garis ku hatiye diyarkirin were zêdekirin û heke pirsgirêk neyê çareserkirin dê dest ji cotkariyê berdin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê daye destpêkirin dê di roja 36’an de berdewam bike. (13.30)