Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan 2023-08-30 15:10:31   ŞIRNEX - Yek ji girtiyên nexweş Necmettîn Ormanli yê 71 salî piştî cezayê xwe temam kirî hate berdan.    Girtiyê nexweş Necmettîn Ormanli yê 71 salî di sala 2020’an de li Silopiya ya Şirnexê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Ormanli li Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê dihat ragirtin. Yek ji girtiyên nexweş bû û nexweşiyên wî yên tansiyona bilind, şekir, bêhnkurt, bronşît û nexweşiya dil hebûn. Ormanli, piştî ku cezayê xwe qedandî hate berdan.    Ormanli, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Ormanli, tevî malbata xwe ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ve kete rê.