Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e 2023-08-30 10:21:31   STENBOL- Rojnamevan Mehmet Altan bilêv kir ku ji ber polîtîkayên neçareserkirina meseleya kurd li Tirkiyeyê pergal bi rizandinekê re rû bi rû ye û got ku çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e.    Israra desthilata AKP'ê ya ji bo neçareserkirina meseleya kurd, li welêt krîzên aborî, siyasî û ekolojiyê kûrtir dike. Her wiha sistûna helwesta muxalefetê ya ji bo meseleya kurd jî ji vê yekê re dibe palpişt. Rojnavena-nivîskar Mehmet Altan erkna siyaseta heyî ya Tirkiyeyê û rola muxalefetê ya di meseleyên bingehîn ên wekî çareserkirina meseleya kurd de nirxand.    RIZANDIN    Altan bilêv kir ku rewşa heyî ya Tirkiyeyê bi rizandinekê re rû bi rû ye û got ku ev rizandin jî bi piranî di ser saziya siyasetê re pêk tê. Altan destnîşan kir ku ji ber vê pergala komarê ya Tirkiyeyê sed sal in nebûye pergaleke demokratîk û got: "Jixwe siyaseta Tirkiyeyê parçeyekî statukoyê ye û lewma nikaribû Tirkiyeyê biguherîne. Lê êdî struktureke ku bûye parçeyeke statukoyeke bi vî rengî û daxwazên gelan esas nagire û ji bo azadî û aramiya civakê evnagere, gihîştiye dîwêr û êdî nikarin li gor pîvanên lîstika heyî bilîze."    ANTÎ SIYASET   Altan anî ziman ku di vê rizandinê de li gel desthiatê roleke mezin a muxalefetê jî heye û got ku muxalefet ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî tu polîtîkayek çênekiriye. Altan diyar kir ku guhnedêriya ji bo vê rewşê krîzê kûrtir kiriye û got ku ji niha û pê ve divê rêyeke li ser esasê antî-siyasetê esas bê girtin. Altan got: "Divê saziya siyasetê wekî 'Em parçeyeke siyasetê ne, lê em li dijî statukoya heyî ne' bê nûkirin û demokratîkkirin û li ser avaniyeke ku Tirkiyeyê rizgar bike bê sekinandin. Heya saziyeke antî siyasetê tune be, ez yeqîn nakim ku siyaseta li Tirkiyeyê bi kêrî tiştekî bê."    KOMARA DEMOKRATÎK   Altan bilêv kir ku sedema sereke ya krîza pergalî û hemû pirsgirêkên bingehîn neçareserkirina meseleya kurd e û got ku çareserkirina meseleya kurd jî tenê li ser bingeha komareke demokratîk pêkan e. Altan wiha axivî: "Bi rastî jî meseleya kurd bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêkan e. Ji lew re di asta demokrasiyê de çareserkirina meseleya kurd, hevtayê komara demokratîk e. Lê gava ew demokrasî tune be, kurd û hemû derdorên din jî dibin mexdûrên rejîmê. Pêdivî bi koalîsyoneke welatiyan û eniya demokrasiyê heye. Ez wiha difikirim ku bêyî parlementoyê li seranserê welêt rêxistinbûyînek divê û divê her kes ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ber bi komara demokratîk ve bimeşe."    Altan bal kişand ser rewşa muxalefetê jî. Altan bilêv kir ku ger muxalefet înîsyatîfê hilnegire û rojevê diyar neke dê mehkûmê binketinê bibe û got ku ev yek di hilbijartinên 14-28'ê Gulanê de bi awayekî eşkere rû daye. Altan destnîşan kir ku hepsîbûna di nava sînorên desthilata siyasî ya heyî de û bi tirsê siyaset nayê kirin.    Altan destnîşan kir ku divê ji hilbijartinên 14-28'ê Gulanê dersine mezin bên derxistin û muxalefet bi vî awayî ber bi hilbijartinên herêmî ve biçe. Altan bal kişand ser xebatên Partiya Çepên Kesk jî û got ku civînên wê yên gel ên têkildarî pêvajoya jinûvesazkirinê de watedar in.    Altan bilêv kir ku li welêt rizandina heyî çi qas derkeve holê dê hêvî ew qasî zêde bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger di avaniyeke demokratîk de desthilat bê rûxandin, wê gavê dê hêvî muxalefet be."    MA / Îbrahîm Irmak