'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike' 2023-08-30 09:02:01   NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku PDK niha bi awayeke çalak di nava şer de ye û wiha got: "Tirkiyeyê ji PDK'ê daxuyaniyeke fermî ya şer xwest. Lê belê ev daxuyanî heta niha nehatiye kirin."   Li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) êrişên Tirkiyeyê didomin. Êrişên ku ji hewayî û bejahiyê ve tên kirin ji 14'ê nîsana 2022'yan heta niha berdewwam dikin. Di çarçoveya van êrişan de heta niha bi dehan caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Her çendî gelê herêmê jî ji vê yekê bi neyînî bandor bibe jî PDK nahêle ku şandeyên navneteweyî biçin herêmê û lêkolînan bikin. Li tevî van geşedanan çûnhatina rayedarên tirk a li herêmê jî balê dikişîne. Wezîrê Karên Derve yê tirkiyeyê Hakan Fîdan çû Bexdayê û paşê jî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesut Barzanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de aloziya avê, neftê û şerê herêmê hat axaftin.    Rojnameger Mervan Ozdemîr ku geşedanên herêmê ji nêz ve dişopîne der barê rewşa herêmê ya dawî de û hevdîtinên rayedarên dewleta tirk a bi malbata Barzanî re nirxand.    'NIKARIN PÊŞVE BIÇIN'   Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku tirkiye bi hemû derfetên xwe êrişî herêmê dike û got: "Êrişên dewleta tirk ên li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê du sal li dû xwe hiştin. Di vê pêvajoya şerê 2 salan de, tevî hemû teknîka dewleta tirk jî tu pêşketin çênebûye. Li dijî  hemû hêza teknîkî û şer a dewleta tirk, gerîla li ber xwe dide û ji ber wê jî nahêle ku dewleta tirk bi pêş biçe. Mijareke din a girîng ku tê mereqkirin jî rol û mîsyona PDK'ê ya di vî şerî de ye. Li gor agahiyên dawî ku di destê me de ne, dewleta tirk a dagirker ji roja ewil bi taybetî ji PDK’ê hin daxwaz kirine. Daxwazan ew bû ku PDK bi awayekî çalak beşdarî van operasyonan bibe. Xuya ye ku daxwazên wan heta radeyeke mezin hatine bicihanîn. Em vê ji kirinên PDK'ê fêm dikin. Em dizanin ku PDK bi dewleta tirk re tevdigere, leşkerên dewleta tirk bi wesayîtên PDK'ê derbasî qadên parastina medyayê dibin, PDK operasyonê ji bejahiyê ve koordîne dike û di warê îstixbarî de alîkariyê dike. Dîsa ji aliyê şêniyên herêmê ve tê ragihandin ku PDK'ê qadên çalakiya gerîlayan dixwaze teng bike û yê dewleta tirk jî fireh bike. Di daxuyaniyên fermî yên HPG'ê de jî ev agahî tên piştrastkirin."   'BI BERTEKA GEL EV PÊK NEHAT'   Ozdemîr anî ziman ku PDK'ê xwestiye ku  dê li dijî PKK'ê şer îlan bike, lê gelê herêmê ji ber ku li hemberî wê sekiniye nikare vê îlane bike û wiha got: "Dîsa ji hin dîmenên ku HPG'ê belav kirine diyar dibe ku PDK êdî ne mil bi milê leşkerên tirk, êdî pêşengiya wan dike. Em dizanin ku daxwazeke girîng a dewleta tirk ji PDK’ê hebû. Hat xwestin ku PDK bi ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî van operasyonan bibe.Lê belê bertekên raya giştî ku li hemberî PDK’ê pêş ket pêşiya vê girt. Lîstika şer û hêviyên dewleta tirk ji PDK'ê nema. Ji ber vê yekê ger gel bê bersiv bimaya, ger gel bibûya parçeyek ji propagandaya reş a PDK'ê ya li dijî PKK'ê, wê PDK'ê ev şerê ku rastî tê de cih girtibû bi fermî îlan bikira. Lê heta niha ev yek pêk nehatiye.”   'JI PDK'Ê ÎLANA ŞER A FERMÎ XWESTIN'   Rojnameger Ozdemîr bal kişand ser hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê tirk Hakan Fîdan a bi PDK'ê re û ev agahî dan: "Hevdîtina Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re bi vî şerî ve girêdayî ye. Ji destpêka şer û heta niha ji PDK'ê ragihandina îlankirina şer tê xwestin. Helbet nêrînên cuda di vî warî de derketine holê. Tê gotin ku PDK’ê ji dewleta tirk zêdetir piştgirîya teknîkî dixwaze. PDK ji bo pêkanîna vê daxwaza dewleta tirk ku ev 2 sal in nikare pêk bîne, dê hin gavan bavêje. PDK yek ji xala  herî girîng e ku di vî şerî de cih girtiye. Bi dewleta tirk re tevdigere. Ev rastiyeke.Piştgiriya îstîxbaratî dide û ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê, peydakirina dezgehên îstixbaratî di nav lîv û tevgerê de ye. Li ser vê mijarê gelek agahî û belge hene. Lê di qonaxa niha de di hişê herkesî de ev pirs heye, gelo PDK dê bikeve nava vî şerî? Di rastiyê de jixwe di şer de ye. Tê gotin ku li dijî PKK'ê şerekî fermî ragihînin. Li bendeyê ku PKK bersiv bide van êrişên wan. Kurtasiya hevdîtinên li gel PDK'ê wiha ye. Yanî ew bû ku PDK bi awayekî çalak bikişîne nava vî şerî û PDK'ê neçar bike ku vî şerî fermî îlan bike. Em ê di rojên pêşde bibînin ku dê çi bike."   'DIXWAZE KU IRAQ LI DIJÎ GELÊ KURD ŞER BIKE'   Rojnameger Mervan Ozdemîr anî ziman ku Bexda ji hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê nerihet e û ev tişt anîn ziman: "Tê payin ku dewleta tirk li herêmên ku di zivistanê de vekişiyaye hêzên PDK'ê bi cih bike. Dewleta tirk û PDK'ê li ser xaka Kurdistan û Iraqê bi heman rengî tevdigerin.Çimkî bi heman armancê tevdigerin. Tê zanîn ku di navbera tirkiyeyê û Iraqê de nakokî hene.Bi taybetî derdorên Şîî hene. Ev derdor ji dewleta tirk bi bertek in.Bertek êrişên dewleta tirk ên li dijî serweriya xaka Iraqê didin. Pêşengên şîîyan bi riya weşana zindî bi rêya çapemeniyê bertekên xwe yên li ser vê mijarê anîne ziman.Piştî hevdîtina Hadî Amirî ku yek jî pêşengê Şîîyane ya bi  Hakan Fîdan re tevlî weşana zindî bû û civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku divê dewleta tirk zûtirîn ji Iraqê derkeve. Dewleta tirk gef li ser Iraqê dixwe. Weke mînak ava çemên Dîcle û Firatê a ku diherike Iraqê, bi girtina wê gef dixwe. Pirsgirêka avê veguherandin amûra şer. Dixwaze ku Iraqê nêçar bihêle ku li dijî PKK'ê û gelê kurd şer bike. Dixwaze ku Iraq  PKK'ê têxe lîsteya terorê. Lêbelê ez dikarim bibêjim ku yek ji van daxwazan pêk nehat. Li aliyê din tê diyarkirin ku Hakan Fîdan bi tirkmenan re hevdîtinên taybet pêk anîne. Agahî hene ku bi çeteyên tirkmen ên  li deştên Mûsil, Kerkûk û Nînovayê hevdîtin pêk anîne. Tê gotin ku Enqere wê her cûreyê derfetan bide van çeteyan.Ev mijare jî di rojên pêş de dê diyar bibe.”   MA / Zeynep Durgut