'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye" 2023-08-30 09:01:17   AMED - Hevserokê SES’ê Şiyar Guldîken kiryara Wezareta Tendûristiyê a ji bo E-Reçetemê şermezar kir û got ku divê demildest kurdî jî li E-Reçetemê bê zêdekirin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî bertek nîşan da û got ku hişmendiya dewletê ya tunehesibandina kurdî neguheriye û ji bo xwedîderketina li kurdî bang kir.    Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca di 27 tebaxê de ragihandibû ku li ser e-reçetem’ê zimanê erebî, fransî, rûsî, almanî û îngilîzî zêde kirine. Piştî vê daxuyaniyê raya kurdî, sazî û dezgehên kurd û rewşenbîran bertek nîşan dan ku çima kurdî jî ne di nav de ye. Li dijî vê kiryarê Hevserokê Sendiqeya Kedkarên Tendûristiyê (SES) Şiyar Guldîken û Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû nerazîbûnên xwe anîn ziman.    ‘KURD NIKARIN BI ZIMANÊ XWE LI REÇETEYA XWE BINÊRIN’   Guldîken da zanîn ku e-reçetem, pergala dermanan e ji aliyê bijîşkan ve tê nivîsandin e û berê li ser kaxizê dihat nivîsandin, lê bi pêşketina teknolojiyê re niha nivîsandina dermanan ketiye ser medyaya dîjîtal. Guldîken destnîşan kir ku e-reçetem ji bo hêsankirina gihiştina daneyan hatiye çêkirin û her kes dikare bi rêya înternetê bigihije van daneyan. Guldîken anî ziman ku wezîrê tendûristiyê jî ragihand ku e-reçetm êdî bi 5 zimanan e, lê di nava van zimanan de kurdî tune ye. Guldîken, wiha berdewam kir: “Ev sed sal in tunehesibandina kurdan heye. Bi vê nêzikbûne dîsa me bi hev re ev tunehesibandin dît. Li vî welatî herî kêm 25 milyon kurd hene û nîvê wan jî li malên xwe, kolanan kurdî diaxivin. Dema diçin nexweşxaneyan jî dixwazin bi kurdî biaxivin, xwe îfade bikin û dermanê xwe jî bi vî awayî bibînin. Nedîtin û tunehesibandina kurdan di vir de jî derket holê. Dema ku yek bi zimanê îngilîzî bixwaze dê bi rihetî bikare lê binêre. Lê yeke/î kurd nikare mixabin.”   ‘DIVÊ DEMILDEST JI VÊ ŞAŞIYA XWE VEGERIN’   Guldîken got ku gava SES hatiye avakirin, mafê xizmet û gihiştina tendûristiyê ya bi zimanê dayikê hatiye destnîşan kirin. Guldîken anî ziman ku ew SES’ê vê kiryarê şermezar dikin û diyar kir ku divê demildest dest ji vê şaşiyê bê berdan. Guldîken ev tişt gotin: “Çawa 5 ziman li e-reçetemê hatiye zêdekirin, divê kurdî jî ku gelek kes bi vî zimanî jiyana xwe dimeşînin, lê bê zêdekirin. Dema ku em diçin nexweşxaneyê û bi zimanê dayika xwe nexweşiyên xwe hîn bibin, em ê xwe baştir hîs bikin. Dema ku ev zelaliye çêbibe, wê li ser başbûna nexweşiyê jî bandoreke erênî çêbike.”   ‘KURDAN WEKE HEMWELATÎ QEBÛL NAKIN’   Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî kurdî û destnîşan kir ku bi milyonan kurd hene lê dîsa jî zimanê kurdî li e-reçetemê nehatiye zêdekirin. Azîzoglû anî ziman ku ev polîtîka ji avabûna komarê ve hatiye û kurdan nasnakin, weke hemwelatî qebûl nakin. Azîzoglû bilêv kir ku heke dewletek welatiyên xwe weke hemwelatî qebûl neke şermezariyeke mezin e û wiha got: “Li vî welatî ne pêkan e ku pirsgirîk dernekevin, alozî dernekevin. Li kurdan nasnakin, lewma zimanê wan jî bi cih nake. Heke dewlet demokrat be, wê gelê kurd jî nas bike, zimanê wan jî û dê hewl bide xizmete baştir ji bo hemwelatiyên xwe bike.”   ‘KURDÎ RASTÎ QEDEXE Û POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ TÊ’   Azîzoglû diyar kir ku zimanê kurdî di li cîhanê di warê zimanên dewlemend de di rêza 9’emîn de ye û têrî her tiştî dike. Azîzoglû destnîşan kir ku bi salan e kurdî rastiyê qedexe û polîtîkayên bişaftinê tê. Azîzoglû diyar kir ku ji ber ku kurdî bi polîtîkayên bişaftinê û qedexeyan re rû bi rû maye, nikare xwe nûjen bike û wiha bi dawî kir: “Ji ber van tiştan gel hinek têgeh ji bîr kirine û rastiyê bişaftinê hatine. Tên axaftina gel dinêrin û dibêjin ‘Kurdî têrî çi tiştî nake.’ Çawa têrî nake? Kurdî ji tirkî dewlementir e û zimanê şarezayiyê ye. Zanîngehên kurdan hene, li başûr heye, li rojava hatine avakirin û destûr bidin wê li vir jî çêbibe. Kurdî, têrî zanistê, felsefeyê, wêjeyê jî dike. Çend sal aştiyek çêbû, kurd ji aliyê çandî, wêjeyê de  gelek pêşketin. Her wiha zimanê kurdî jî pêşket û têgehin ku hatine jibîrkirin tev derketin holê. Dewletê, ji avabûna komarê ve heta niha hişmendiya  xwe neguhertiye. Di van 20 salên dawî de ji xwe re rêyeke nû çêkir, vîzyonek nû avakir. Lê ev vîzyon kesayetiya kurd jî, zimanê kurdî jî qebûl nake. Di vê pêvajoyê de hinek tiştên erênî hewce bûn. Desthilatê ji xwe re xapînokek avakir, niha jî xwe vedikişîne. Em tiştekî ji dewletê naxwazin, ji ber ku vê dewletê kesayetiya kurd qebûl nekiriye, zimanê wî jî qebûl nake. Banga me ji gelê me re ye, bila gelê me xwedî li zimanê xwe derbikeve. Zimanê te hebûna te ye, zimanê te kesayetiya te ye û heke zimanê te nebe tu ne kesî jî. Heke tu ne kes bî, tu di civakê de nikarî cihekî rûmet jî bigirî.”   Ma / Bazîd Evren