ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN 2023-08-30 09:00:01 * Hevserokê SES’ê Şiyar Guldîken kiryara Wezareta Tendûristiyê a ji bo E-Reçetemê şermezar kir û got ku divê demildest kurdî jî li e-reçetemê bê zêdekirin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî bertek nîşan da û got ku hişmendiya dewletê neguheriye û ji bo xwedîderketina li kurdî bang kir.    * Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku PDK niha bi awayeke çalak di nava şer de ye û wiha got: "Tirkiyeyê ji PDK'ê daxuyaniyeke fermî ya şer xwest. Lê belê ev daxuyanî heta niha nehatiye dayîn.”   * Li Semsûrê di çêkirina avahiyên erdhejê de teqemenî tên bikaranîn. Hejîna ji ber van teqemeniyan dibe cihê xetereya ku avahiyên xesargirtî hilweşin.    * Der barê parêzer Mehmet Emîn Aktar de bi sedema ku girtenameya der barê nelirêtiyên di dema lêgerîna li ofîsa xwe de parve kiriye, bi îdiaya "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşana daye" doz hate vekirin.    * Girtiyê nexweş Erdal Ozel, 17 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Xwişka wî Kumru Akgul ragihand ku birayê wî bi awayekî destên wî ji paş de kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê tê kirin û bêyî ku tehlîlên wî bên kirin car din wî tînin girtîgehê.    * Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê destnîşan kirin ku sedema sereke ya hemû krîzên Tirkiyeyê tecrîda li Îmraliyê ye û wiha gotin: “Heya tecrîd neyê rakirin, dê tu pirsgirêk çareser nebin."    * Rojnamevan Mehmet Altan bilêv kir ku ji ber polîtîkayên neçareserkirina meseleya kurd li Tirkiyeyê pergal bi rizandinekê re rû bi rû ye û got ku çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e.   * Emîne Şenyaşar tevî nexweşiyên xwe jî têkoşîna xwe ya edaletê ya ji Rihayê veguhestî Enqereyê didomîne. Şenyaşar, wiha dibêje: “Bila kurê min berdin da ku ez jî biçim mala xwe.”   * Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbataya hevşaredariyê nedanê diyar kir ku şaredariya AKP'ê her tim deynd dike û şaredariyê 100 milyon TL xistiye bin deyn.    * HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Amedê beriya konferansê li Eywana Dawetan a Kaplanê daxuyaniyê bidin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê di roja 35’an de berdewam bike. (13.30)   * Şaxa KESK’ê ya Amedê dê têkildarî şandeya Hakem li Parka Hazalê daxuyaniyê bide. (17.30)