Leşkerek mir 2023-08-29 21:57:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zap, Avaşîn û Metînayê leşkerek mir.    Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Hat diyarkirin ku li deverên ku pevçûn lê çêdibin, çawîşê bi navê Bûgra Çalgay miriye.   Wezareta Parastinê têkildarî mijarê diyar kir ku Çalgay di qezayeke wesayîtan de bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest daye.