Cenazeyê Koç nedan malbatê 2023-08-29 17:26:54   AMED – Malbata Muhterem Koç ê HPG'î ku li navçeya Farqînê jiyana xwe ji dest da, ji bo testa DNA'yê ji Wanê hat Amedê.    Di operasyona leşkerî ya li gundê Hêlînê yê navçeya Farqîn a Amedê de hatibû îdiakirin ku 3 HPG'î jiyana xwe ji dest dane û ji van yek jê Muhterem Koç e. Malbata Koç ji bo tespîtkirina cenaze ji Wanê hat Amedê.    Malbata Koç çû Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê û ji ji bo DNA'yê xwîn dan û cenaze teşxîs kir. Lê belê cenaze radestî malbatê nehat kirin. Hat diyarkirin ku dê piştî encama testa DNA'yê cenaze bê teslîmkirin. Ji ber vê malbat car din çû Wanê.    Duh jî malbata Rahîm Saygi ji bo teşxîskirina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû û malbat îro jî hat ATK'ê ji bo DNA'yê xwîn da.