TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt 2023-08-29 16:52:27   ŞIRNEX - Li ser rêbeja Cizîr-Nîsêbinê TIR’ek wergeriya û ji ber qezayê Rêya Armûşê ya dîrokî li hatin û çûna wesayîtan hate girtin.    Li ser Rêya Armûşê ya dîrokî ya di navbera Cizîr a Şirnexê û Nisêbîn a Mêrdînê de TIR’ek wergeriya. Li gorî agahiyan, ajokar hakimiyeta dîreksiyonê winda kir û TIR wergeriya. Di encama qezayê de rê ji hatin û çûna wesayîtan hate girtin. Ji ber girtina rê, bi dirêjiya kîlometreyan wesayît ketin pey hev.    Ji bo rakirina TIR’ê li benda barkêş in û niha destûr tê dayîn ku wesayît li ser şerîdekê bên û biçin.