Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike 2023-08-29 16:47:37 ENQERE - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Emîne Şenyaşar xwest bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Tunç li meqama xwe bû lê daxwaza hevdîtinê ya Şenyaşar qebûl nekir.    Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 34’an de berdewam kir.   DAXWAZA HEVDÎTINÊ NEHAT QEBÛLKIRIN    Dayika Emîne Şenyaşar ku li kursiya biteker siwar bû, ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê heta pêşiya Wezareta Dadê meşiya. Di destê Şenyaşar de dovîza bi nivîsa “Edalet” hebû û kurê wê Ferît Şenyaşar jî li gel bû.  Emîne Şenyaşar xwest bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Hat zanîn ku Tunç li meqama xwe bû û daxwaza hevdîtinê qebûl nekir.    Emîne Şenyaşar bi van gotinan bertek nîşan da: “We derî li ser edaletê efile kiriye. Ma edaleta wiha dibe?” Malbata Şenyaşar heta demekî li wir ma û piştre jî vegeriya Meclisê.