Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin 2023-08-29 14:35:46   ÎZMÎR - Kesê bi navê A.K. ku li navçeya Torbaliyê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê dikir hate girtin.    Derket holê ku kesê bi navê A.K. li Taxa Ayrancilar a navçeya Torbali ya Îzmîrê 2 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokeke 13 salî dikir. Piştî ku zarokê tiştên bi serê wê hatin li gel xizmên xwe parve kirî bûyer derket holê. Şêniyên taxê yên bi bûyer bihîstin, faîl A.K. girt û radestî cendirmeyan kirin.    Zaroka rastî destdirêjiyê hatî îfade da û da zanîn ku A.K. tiryak daye wê û piştre jî destdirêjî lê kiriye. Piştî îfadeyê li cem cendirmeyan, A.K. sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê jî bi sedema “Destdirêjî li zarokê kiriye” biryara girtinê da û faîl A.K. şand girtîgehê.