Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare 2023-08-29 11:39:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meteorolojiyê dê li bajarên Serhedê Qers, Erzirom, Erdexan û derdorên wan baraneke zêde bibare.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewa ya îro parve kir. Li gorî raporê, dê li hinek herêman germ zêde bibe. Di heman demê de li hinek bajaran dê baraneke zêde bibare.    Li gorî raporê; li bajarên Serhedê dê germahî ji 6 pileyan heta 12 pileyan bikeve. Tê texmînkirin ku li deverên hundir û rojava jî di germahî qederê 2 heta 4 pileyan zêde bibe. Li herêmên din dê guherînên girîng çênebin.    Tê texmînkirin ku li bajarên Meletî, Xarpêt, Qers, Erdexan, Erzirom, Hatay, rojhilatê Orduyê û Kendava Îskenderûnê baraneke zêde bibare.