Alîgirên Amedsporê hatin berdan 2023-08-29 10:30:02 AMED - Alîgirên Amedsporê yên ji ber hinceta "Di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûn ser pêyan" hatibûn binçavkirin, hatin berdan.     Beriya maça Amedspor û Denîzlîsporê, 11 alîgirên Amedsporê dema Sirûda Îstîklalê dihat xwendin ranebûn ser piyan. Polîsan jî bi hinceta "Di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûn ser pêyan", 11 alîgirên Amedsporê binçav kirin. Piştî karûbarên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê alîgirên Amesporê bi îdiaya "nîşaneyên serdestiya dewletê biçûk xistine" û bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sûlhê ya Nobedar kir. Dadgeriyê her 11 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.