Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe 2023-08-29 10:00:29 RIHA - Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Salîh Karataş bertek nîşanî cihnedayîna zimanê kurdî di pergala E-Reçetemê de da û wiha got: “Ji ber ku zimanê kurdî tune tê hesibandin, kurd bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe.”    Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku li pergala E-Reçetemê zimanên inglîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî hatine zêdekirin. Li gel ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 30 milyon kurd hene jî zimanê kurdî li pergalê nehate zêdekirin. Gelek derdoran bertek nîşanî vê helwestê dan û bi daxuyaniyan şermezar kirin.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Rihayê Salîh Karataş der barê mijarê de axivî û got ku cihnedayîna zimanê kurdî, encama polîtîkayên dewletê yên sed sala ye.    'DEWLET DIXWAZÊ ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKE'   Karataş, destnîşan kir ku Komaraya Tirkiyeyê ev sed sal in li dijî gelê kurd polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Wezareta Tendûristiyê cih dayê zimanên weke erebî, tirkî, ingilîzî û almanî lê cih nedayê zimanê kurdî. Ev helwest, nêzikatiya pergalê ya li hemberî kurdî nîşan dide. Mirov dikare bibêje faşîzma sedsalî ya li dijî gelê kurd jî radixe ber çavan. Ev nêzikatiya Komara Tirkiyeyê ne nêzikatiya şexsekî yan jî Wezareta Tendûristiyê ye. Ne tenê di qada tenduristiyê de lê komar hewl dide li her qadê zimanê kurdî ji holê rake.”    'DIVÊ STATÛYA ZIMANÊ KURDÎ BÊ NASKIRIN'   Bi domdarî Karataş anî ziman ku tune hesibandina zimanê kurdî di warê tendûristiyê de ji bo gelê kurd rê li ber pirsgirêkan vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me dema nexweş dibe nikarê bi zimanê xwe nexweşiya xwe vebêje. Ev yek jî dibe sedem ku gelê me ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest bide. Gelê me bi mirinê re rû bi rû tê hiştin. Karê Wezareta Tendûristiyê ew e ku xizmetê ji hemû hemwelatiyên xwe re bike. Çawa ku bi farisî, erebî û tirkî xizmetê dide, divê bi heman awayî bi kurdî jî bide. Divê di makazangonê de statûya zimanê kurdî bê naskirin û ne tenê di qada tendûristiyê de lê di hemû qadan de zimanê kurdî bê naskirin. Gelê kurd li hemû qadan bi faşîzme re rû bi rû dimîne. Pergala Komara Tirkiyeyê divê beriya her tiştekî gelê kurd weke hemwelatiyên xwe qebûl bike û di makezagona xwe de mafê gelê kurd mîsoger bike.”   'ÇARESERÎ EM BI XWE NE'   Di berdewamê de Karataş diyar kir ku weke saziyên civakî dikarin li dijî polîtikayên pişaftinê bi ziman û çanda xwe li ber xwe bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Weke SES’ê me di rêziknameya xwe de eşkere kiriye ku divê zimanê dayikê di qada tenduristiyê de bê qebûlkirin. Divê gelê me jî bi kurdî biaxivê û dan û standina xwe bi zimanê dayikê bike. Divê hemû saziyên demokratîk jî bi awayeke xwerexneyî nêzî vê mijarê bibin û li hemberî vê faşîzme bisekinin. Divê ji bo çareseriyê em tenê li benda komarê nesekinin ji ber ku çareserî em bi xwe ne. Em dikarin bi ziman û çanda xwe rê li ber van êrişên faşîst bigirin. Divê em di qadên tendûristî, perwerde û siyasî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Fahretîn Koca ji bo me amûreke. Ji ber ku ya ku zimanê kurdî tune dihesibîne pergala dewletê ye.”   MA / Mahmût Altintaş