Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye 2023-08-29 09:01:14 WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku budçeya ku divê ji bo perwerdehiyê bê veqetandin ji bo şer tê veqetandin û got ku bajar ji bo sala perwerdehî û hînkariyê ya nû ne amade ye.    Ji ber krîza nebirêvebirinê ya AKP'ê, wekî her qadan, qada perwerdehiyê jî sala perwerdehî û hînkariyê ya nû bi gelek kêmasiyan pêşwazî dike. Wekî gelek bajaran li Wanê jî kêmasiya mamosteyan, meseleya polên qelebalix û kêmasiyên avahiyên dibistanan hene. Li gel vê fiyetê amûr û materyalên dibistanê jî li gor par ji sedî 400 zêde bûne.    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay anî ziman ku ji sala nû ya perwerdehiyê re hindik maye lê belê hê jî pirgsirêk nehatine çareserkirin.   POLÎTÎKAYA PERWERDEHIYÊ YA AKP'Ê    Ayabay destnîşan kir ku bi desthilata AKP'ê re perwerdehî bûye tiştekî bazirganiyê û got ku polîtîkaya perwerdehiyê ya heyî ji cemawerîbûnêê pir dûr e û hin derdor tên vederkirin. Atabay bilêv kir ku pergala heyî polîtîkayeke ku perwerdehiya bi zimanê zikmakîn esas nagire dimeşîne û got: "Perwerdehî her çû veguherî qadeke kesedekirî. Êdî malbat nikarin ji bin mesrefên dibistanan rabin."    Atabay diyar kir ku xwendekar birçî ji dibistanê vedigerin û got ku li aliyekî derdoreke dezavantaj heye û li aliyê din jî derdoreke bûye şirîkê bazirganîkirina dibistanan heye. Atabay destnîşan kir ku zarok ji dibistanê tên qutkirin û tên zewicandin û bal kişand ser karkeriya zarokan.    Atabay bal kişand ser perwerdehiya ne bi zimanê zikmakî jî û got ku ev yek bandoreke mezin li zarokan dike. Atabay bilêv kir ku bi polîtîkayên li ser esasê dîn û berjewendiyên hin kesan pergala perwerdehiyê dê pêş ve neçe û got: "Pergala perwerdehiyê êdî tu tiştî nade zarokan."    KÊMASIYÊN LI DIBISTANAN'   Atabay da zanîn ku Wan ji bo sala perwerdehiyê ya 2023-2024'an ne amade ye û got ku digel hejmara polan û kêmbûna mamsoteyan, di her polekê de 35-40 xwendekar hene û ev hejmar li dibistanên gundan heya 50 jî diçe. Atabay destnîşan kir ku perwerdehiya dumendî ji bo xwendekaran dibe sedema pirgsirêkên mezinj û got: "Zarok saet di pêncê sibehê de şiyar dibin û diçin dibistanê. Perwerdehiya dumendî herî zêde li Wanê tê kirin. Hema bibêje li bajarên din ê Tirkiyeyê perwerdheiya sasyî heye, lê li Wanê hin xwendekar saet di pêncan de dest bi dersê dikin û saet di heftê êvarî de ji dibistanê dertên. Di warê dibistan û polan de gelek kêmasî hene. Ev ji bo mamosteyan jî wiha ye.Li Wanê nêzî 2 hezar mamosteyên biheq hene. Tayinkirinên ewil ji bo vir tên kirin. Lewma hewl didin valahiyan jî bi mamosteyên biheq temam bikin. Hejmara mamosteyan gelekî kêm e."    ‘NE JI BO ŞER, JI BO PERWERDEHIYÊ'   Atabay bibîr xist ku di sala 2002'yan de rêjeya dibistanên taybet ji sedî 1 bûye, lê niha ev rêje bûye ji sedî 9 û got ku paya ku dewlet ji bo perwerdehiyê veqetandiye ji sedî 72 ye û yê mayî jî ji aliyê malbatan ve tê peydekirin. Atabay destnîşan kir ku Tirkiye budçeya ku divê ji bo perrwerdehiyê veqetîne, ji bo şer vediqetîne û got: "Perwerdehî tê bêqîmetkirin. Dewlet bi zanebûnî gelek qadan vala dike û li van cihan weqf û koemleyan bi cih dike û bi vî awayî dixwaze barê xwe sivik bike. Divê paya ji bo perwerdehiyê bê zêdekirin."    MA / Rûken Polat