'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin' 2023-08-29 09:00:52 DÎLOK - Kamber Taş ku li gundê Kazikli yê li ser sînorê Efrînê dimîne, bi lêv kir ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û got ku xizmên ji tirsa çeteyan rihê xwe berdidin, nikarin bi kurdî biaxivin û ji bêgavî bi erebî diaxivin.    Piştî şoreşa Rojava ya 19'ê Tirmehê bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket bin kontrol gel û li vir kanton hat avakirin. Bajarê Efrînê ku piraniya wê kurd in, di dema şoreşê de ji dagirkêriya Suriyeyê rizgar bû û bi awayekî azad dest bi xwerêvebirinê kir. Lê dewletên herêmê yên wekî Tirkiyeyê ji ber vê xwerêvebirinê nerihet bûn. Dewleta Tirkiyeyê ji bo xirakirina pergala komunal û xwerêvebiriya kurdan di 20'ê çileya 2018'an de bi piştgiriya dewletên navneteweyî êriş bir ser Efrînê. Di dawiya êrişên 2 mehan berdewam kirin de Efrîn ji aliye Tirkiyeyê ve hat dagirkirin.    Piştî dagirkirina Efrînê pergala Modernîteya Demokratîk û xwerêveberiyê hat xirakirin û bi dehan komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê hatin bicihkirin. Her wiha bi hezran kurdên li Efrînê jî ji ber zilm û zora van komên paramîlîter ji bêgavî koç kirin. Piştî koçkirina kurdên Efrînê, li dewsa wan kurdan ereb li Efrînê hatin bicihkirin û bi vê yekê hat xwestin ku demografiya Efrînê bê guherandin. Efrîn ku xwedî xwezayekê dewlemend e û bi zeytûnên xwe binavûdeng e, ji aliyê Tirkiye û komên giredayî wê ve zeytûnên wê jî hatin dizîn û xwezaya wê hat talankirin. Piştî 5 salên dagirkirina Efrînê gelek sûcên weke rêvandina jinan, destdirêjî û kuştina welatiyan û hwd. ji aliyê van koman ve tê kirin.   Efrîn ku niha di bin kontrola Tirkiye û komên giredayî wê de ye, sînorê wê yê li rex Bakurê Kurdistanê bi dîwar û têlan hatiye girtin û ketina Efrînê hatiye qedexekirin. Gundê Kazikli yê giredayî navçeya Islahiye ya Dîlokê ku li rêx sînorê Efrînê ye û li hemberî wî gundê Meydan-i Ekbez ê Efrînê tê xuyakirin, bi tevahî bi dîwarên bilind û têlan hatiye girtin. Li ser dîwaran jî bi navber qûleyên lêşkeran hatine çêkirin. Şêniyên gundê Kazikliyê ku piraniya wan nêzî sed sal berê ji Efrînê derbasî gundê Kazikliyê bûne, diyar dikin ku berê tim diçûn Efrînê cem xizmên xwe, lê niha ji ber ku çûnûhatin qedexe ye nikarin biçin û tenê bi rêya telefonê dikarin pêwendiyê bi wan re deynin. Her wiha şêniyên gund bi lêv kirin ku gelek caran bi sedan ereb ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.    JI BER SÎNOR NIKARIN BIÇIN EFRÎNÊ   Şêniyê gundê Kazikliyê Kamber Taş (69) ku bi eslê xwe ji Efrînê ye anî ziman ku bav û kalên wî ji gundê Meydanê yê Efrînê hatin li Kazikliyê bi cih bûne û ew jî li vir ji dayik bûye. Taş  bi lêv kir ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û wiha got: "Berê ev dîwar li sînorê Efrînê nehatibû lêkirin. Me bi rihetî dikarî biçe Efrînê. Di dema cejnan de em bi pasaportê an jî bi veşartî diçûn û dihatin lê niha ji bilî telefonê em nikarin agahî jî xizmên xwe yên li Efrînê bigirin. Ji ber sînor em nikarin biçin gundê bav û kalên xwe. Hinek xizmên me çûn Ewropayê, hinek çûn Tirkiyeyê yanî hemû jî belav bûn."    'LI EFRÎNÊ KURD NIKARIN BI KURDÎ BIAXIVIN'   Taş destnîşan kir ku piştî dagirbûna Efrînê zilm û zoreke mezin li gelê Efrînê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em bi telefon bi xizmên xwe re diaxivin, xizmên me yên li Efrînê dibêjin, ji bo kes zilmê li wan neke ji bêgavî riha xwe berdane û li kolanan jî bi lêşkerên OSO'yê re bi erebî diaxivin û nikarin bi kurdî biaxivin. Yanî malên milet hemû dagir kirine, zeytûnên wan birînê, ji ber wê jî miletê li wir di bin zilmê de ne."    LI SER AXA KURDISTANÊ SÎNOR!   Taş der barê sînorê di navbera wan û cihê bav û kalên wan de jî axivî û wiha bertek nîşanî sînorên li ser axa Kurdistanê da: "Ev der cihê kurdan e. Çiyayê kurdan in. Sînorên heyî nikarin bikevin navbera me. Li tu cihan sînor tune ne, lê li ser axa kurdan sînor hene. Hemû kes jî dizane çi ma li ser axa kurdan sînor hene. Meriv fêm bike bes e. Tu heqê tirkan li Efrînê tune ye. Hemû der dagir kirine û zilmê dikin. Edalet tune ye. Heke edalet hebe, kes nikare erdê kesî desteser bike. Ez dixwazim biçim cihê bav û kalên xwe bibînin, lê nikarim biçim."   'EFRÎN BAJARÊ KURDAN E'   Taş di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser guherandina demografiya Efrînê û ev tişt gotin: "Efrîn bajarê kurdan e, lê ereb li Efrînê bi cih kirine. Dixwazin Efrînê bikin bajarê ereban lê nabe, Efrîn bajarê kurdan e. Yên Efrînê birayê me ne. Em zilma li ser Efrînê qebûl nakin. Divê ew ji bajarê kurdan derkevin, wê derkevin jî. Bila hemû kurdên me bên cem hev û hev bigrin."   MA / Mahmût Altintaş