Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin 2023-08-28 18:18:19   ŞIRNEX- Avahiya Şaredariya Cizîrê a kevin ku ji aliyê qeyûm ve hatibû firotin, hat hilweşandin.   Avahiya Şaredariyê Cizîrê ku qeyûm sê caran ew dabû ber îhaleyê û herî dawî jî ji aliyê qeyûm Nazlî Demîr ve bi 65 milyon TL'yî hat firotin û ji aliyê Hamdîn Babat ve hat kirîn, hat hilweşandin.    Şêniyên herêmê dixwestin ku şûna vê avahiya li ser du doniman bibe daristan. Lê belê tê gotin ku dê li şûna wê bîna bên çêkirin.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Avahiya kevin ya Şaredariya Cizîrê ku beriya niha ji aliyê qeyûm ve bi awayekî derqanûnî hîbeyî qeymeqamtiyê hatibû kirin, piştre careke din radestî şaredariyê hatibû kirin. Qeymeqamê Şaredariya Cizîrê Davût Sînanoglû di sala 2021'ê de avahiyê bi 36 milyon TL'yî dabû ber ihaleyê. Mehmet Tûnç ê ku li şûna qeyûm Sînanoglû hatibû tayînkirin, heman avahiyê di sala 2022'yan de bi 55 milyon TL'yî da ber firotinê. Piştî ku avahî nehat firotin, vê carê qeyûma Nazli Demîrê ku par tayinî şûna Tûnç hatibû kirin, wê bi 65 milyon TL'yî firotin Hamdin Babat.