Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin 2023-08-28 16:25:43   AMED - Piştgirên Amedsporê bi hinceta ku dema Merşa Îstîklalê hatiye xwendin ranebûne ser piyan û hatine girtin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Duh 11 alîgirên Amedsporê ji ber beriya destpêkirina maça Amedspor û Denîzlîsporê, dema Merşa Îstiklalê dihat xwendin û ranebûne ser piyan, hatin binçavkirin. Alîgirên ku biribûn Midûriyet Polîsan a Amedê, îro piştî nîvro sewqî edliyeyê hatin kirin. 11 kesên hatine binçavkirin, bi hinceta “Nîşaneyên serdestiya dewletê biçûkxistinê” bi daxwaza şertê kontrola edlî, sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê a Nobedar hatin kirin. Karûbarên alîgiran hê jî berdewam dike.