Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin 2023-08-28 13:54:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Îran û Iraqê ji bo girtina baregehên hêzên rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê lihev kirine.    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyekê de ragihand ku wan û Iraqê ji bo destdanîna ser çek û girtina baregehên hêzên rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê lihev kirine.    Di daxuyaniyê de Nasir got ku 19’ê îlonê roja dawî ya girtina hêzên Rojhilat e û ev gef xwarin: “Ev dem dê bi tu awayî neyê dirêjkirin. Divê Herêm û Bexda vê lihevkirinê bi cih bînin.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de gefa destpêkirina êrişên li dijî partiyên rojhilatê Kurdistanê xwaribû û wiha gotibû: “Heke Iraq sozên xwe yên têkildarî partiyên li dijî Komara Îslamî ya Îranê bicih neyîne, em ê êrişeke bihêztir û tundir li dijî van partiyan bidin destpêkirin.”