Xemsarî bû sedema mirina zarokekê 2023-08-28 12:01:12   KOCAELÎ - Zaroka 15 salî ya li Wargeha Xwedîkirinê ya dewletê dima, ji bo dermankirinê birin klînîkê lê nehat dermankirin. Hat îdiakirin ku dema zarok dibirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê xwe ji ambûlansê avêt û jiyana xwe ji dest da.    Li Kocaleliyê zarokekê ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da. Zaroka 14 salî Îlayda Tûrhan a li Wargeha Xwedîkirinê ya dewletê dima nexweş bû û bi ambulansê birin klînîkeke li Stenbolê. Ji ber ku klînîkê qebûl nekir, zarok bi ambulansa bi plakaya 54 AH 950 sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê hate kirin. Hat îdiakirin ku dema ambulans ber bi nexweşxaneyê ve diçû, zaroka 14 salî li ser rêya TEM’a navçeya Korfez a Kocaeliyê xwe ji ambûlansê avêt.    Komên tenduristiyê li vir kontrola Turhan kirin û diyar kirin ku jiyana xwe ji dest daye. Polîsên li cihê bûyerê hatin veguhestin lêkolîna cihê bûyerê kirin û ji bo otopsiyê cenazeyê zarok Turhan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de rayedareke wargehê û 2 personelên tenduristiyê ji bo îfadeya wan were girtin birin navenda polîsan.