Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare 2023-08-28 08:54:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Germa bi ser rêjeya asayî yên demsalê dişikê. Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare.    Germahiya bi ser rêjeyên asayî yên demsalê dişikê. Tê payîn ku di hefteya nû de li gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê germ bişikê. Li gorî nirxandina dawî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê; li Behra Spî û Rojhilatê Behra Reş û li bajarên weke Kocaelî, Sakarya, Konya, Kayserî, Nevşehîr, Nîgde, Sêwas, Tokat, Ordu, Kîlîs, Meletî, Erzîngan, Dêrsim, Elezîz, Çewlik û Dîlokê dê baraneke zêde bibare.    Li gorî texmînan dê baran herî zêde jî li Edene, Hatay, Osmaniye, rojavayê Mereşê, başûr û rojhilatê Kayseriyê, rojavayê başûrê Sêwasê û derdora Xarpêtê bibandor be.