Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin 2023-08-27 21:22:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu oku bertek nîşanî zimanên ku di pergala e-reçete ya min de hatine zêdekirin kurdî nîne da û wiha got: "Ev nayê qebûlkirin."    Parlamenterê CHP yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ji ber  ji ber ku kurdî di nava 5 zimanên ku li pergala e-reçete ya min hatine zêdekirin de nîne, bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca da.   Tanrikulu bersiva daxuyanî Koca ya derbarê mijara navborî de da û ev peyam parve kir: “Nayê qebûlkirin ku #Kurdî ku zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên me ye, li pergala E-REÇETEM neyê zêdekirin. Ev rewş ji bo guhnedana pirsgirêkên bi zimanê dayikê yên welatiyên me yên di wergirtina xizmetên tenduristiyê de ye. Çima di sîstemeke ku rûsî, erebî heye de kurdî tune ye?"