Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin 2023-08-27 15:57:31   AMED - Koçerên li Farqînê hatin binçavkirin li midûriyeta emniyetê tên ragirtin û hat zanîn ku heta niha jî xwarin nedane wan.    Duh li mezraya Bameyda ya gundê Hêlînê yê navçeya Farqîn a Amedê pevçûn derket. Hat îdiakirin ku di pevçûnê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Di dema operasyona li dijî gund de konê koçeran ji hêla leşkeran ve hat şewitandin û welatiyên bi navên R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28), M.S. (45) bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan; her 5 welatî jî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê tên ragirtin û ji duh heta niha bêxwarin hatine hiştin. Her wiha hat destnîşankirin ku zext li her 5 welatiyan tên kirin.    Li gorî agahiyan, ji binçavkiriyan M.S. aloz bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.