Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da 2023-08-27 15:32:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Ebrû Tîmtîk bi daxwaza "darizandineke adilane" 238 rojan di greva birçîbûnê de ma û piştî berxwedaneke mezin jiyana xwe ji dest da.   Di sala 2017’an de komeke parêzer ên endamê Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem hatin girtin. Li ser îfadeya şahidên veşartî dadgehê bi giştî 160 sal li parêzeran birî. Li ser vê biryarê, ji baroya Stenbolê parêzer Ebru Tîmtîk û ji Baroya Enqereyê parêzer Aytaç Unsal, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ebrû Timtik di roja 94’an de û Aytaç Unsal jî di roja 63'yan de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.   Tenê daxwazeke wan hebû ku ew jî darizandineke adilane bû. Lê belê rayedarên dewletê guh nedan daxwazên wan. Rewşa Tîmtîk giran bû û rakirin Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoy a Stenbolê. Tîmtîk di tevahiya jiyana xwe de li dijî pergala AKP/MHP’ê têkoşiya.    Ebrû Tîmtîk di sala 1978'an de li Xarpetê ji dayik bû lê bi eslê xwe ji Xozat a Dêrsimê bû. Di 7 saliya xwe de bavê xwe winda kir. Bi salan ji bo debara malê xebitî. Heya kêliya dawî jî ji bo jiyaneke adilane li ber xwe da.    Dema rakirin nexweşxaneyê Tîmtîk ev peyam da; “Dest û milên me girêdane û em nikarin tiştekî bikin. Em tenê edaletê dixwazin. Ya ku herî zêde me diêşîne jî ev e. Ku wer im berdan ez ê biçim welatê xwe Dêrsimê. Heya neçim Dêrsimê baş nabim.” Lê belê bêyî ku were berdan Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a çalakiya xwe de anku di 27’ê tebaxa 2020’an de li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoy a Stenbolê jiyana xwe ji dest da.