Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome 2023-08-27 13:32:18   ENQERE - Namzeta Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku HDP dê têkoşîna xwe li gel Partiya Çepên Kesk bidomîne û dê hemû astengiyan ji holê rakin. Namzetê din Cahît Kirkazak jî got ku dê jiyana nû û ya azad bi hev re ava bikin û ev tişt anî ziman: “Bila tirsa kesên êrişî xeta me ya jiyana azad dikin a li hemberî me bidome.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar dixe. Namzetên Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak di kongreyê de axivîn. Di kongreyê de dengdayîn didome û tê payîn ku Ozcan û Kirkazak weke hevserokên giştî yên nû bên hilbijartin.    SÛLTAN OZCAN: FIKRIYATA HDP’Ê XWEDÎ WÊ HÊZÊ YE KU RÊYÊN NÛ VEKE    Di kongreyê de ji ewil Sûltan Ozcan axivî û wiha got: “Roja HDP hatiye avakirin heta niha di lijneyên wê yên cuda de min cih girt. Dema peywira hevserokatiya giştî ya HDP’ê ji bo min hatî teklîfkirin, min ev yek weke nîşaneya rûmetê qebûl kir. Soz didim ku dê felsefeya HDP’ê bidomînim û bibim parçeyeke vê meşa mirovahiyê ya mezin. Di vê meşa ku ez birûmet û bi evîneke mezin pê re girêdayî me çi peywir bikeve ser milê min ez ê pêk bînim. Me got ‘HDP fikriyateke û nayê girtin.’ Me ji kesên HDP dorpêç kirine re got; ‘HDP avahiyek nîne, deriyek nîne.’ Ji ber ku HDP fikreke û vê fikrê weke çvkaniya jiyanê ya gel hemû astengî derbas kirin û xwedî wê hêzê ye ku rêyên nû veke. Vê hêza xwe jî ji hemû nirxên demokratîk û şoreşger ên Mezopotamyayê, Anatoliya û Trakyayê digire. Em dibêjin ku HDP dê di rêya xwe ya nû de li gel Partiya Çepên Kesk têbikoşe û hemû astengiyan ji holê rake.”    KIRKAZAK: BILA VÊ TIRSA XWE YA LI HEMBERÎ ME BIDOMÎNIN    Namzetê din ê hevserokatiya giştî ya HDP’ê Cahît Kirkazak jî di kongreyê de wiha got: “Dema me li HDP’ê dest bi têkoşînê kirî, me soz da hev, da gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Soza me jî ew bû ku daxwazên dayikên aştiyê yên di rêya aştiyê de jiyana xwe ji dest dayîn pêk bînin. Ev soza me hêj derbasdar e. Em ê teqez vê têkoşînê bi ser bixin. Banga me ji bo gelê me ye; mil bidin milê me û em bi hev re jiyana nû û ya azad ava bikin. Ên ku êrişî xeta me ya jiyana nû û azad dikin bila baş bizanin ku dê nekarin bi ser kevin. Bila tirsa we ya li hemberî me bidome.”    Kongreya HDP’ê bi dengdayînê didome.