Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê 2023-08-27 13:31:22   AMED - Cenazeyên 3 kesên ku tê îdiakirin endamên HPG'ê ne di pevçûna li Farqînê de jiyana xwe ji dest dane anîn ATK'ê.    Duh li taxa çolter a Hêlînê ya navçeya Farqîn a Amedê pevçûn derket. Hat îdiakirin ku di pevçûnê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên her 3 kesan anîn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Malbata Rahîm Saygi ku tê payîn cenazeyê wî jî di nav de ye, ji bo teşhîsa cenazeyî û diyarkirina nasnameyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    Di dema operasyona leşkerî ya li taxê de konê koçeran ji hêla leşkeran ve hate şewitandin û welatiyên bi navên R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28) û M.S. (45) bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Hat destnişankirin ku her 5 kesên hatine binçavkirin niha li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê tên ragirtin.