KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye 2023-08-27 09:26:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveber a KNK’ê şêweyê pêşwazîkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a li Hewlêrê weke “cihê şermê ye” pênase kir û wiha got: “Heke dijminê we spasiya we bike, wê demê divê hûn deh caran bifikirin.”    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. KNK’ê di daxuyaniyê de şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a ji hêla hikûmeta Başûr ve weke “Cihê şermê ye” pênase kir.    ‘TIRKIYE DIXWAZE HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN TÊK BIBE’   KNK’ê serdana Fîdan weke rewakirin û dewamkirina êrişên Enqereyê yên li ser herêmê nirxand. KNK'ê bi bîr xist, ku ji çar dewletên li ser Kurdistanê serwer in; Iraq ji aliyê destûra bingehînî ve maf û hebûna kurdan nas dike û diyar kir ku Tirkiye dixwaze Iraqê bikişîne ser xeta xwe û li rejîma Sedam vegere. KNK'ê destnîşan kir ku inyeta dewleta tirk “têkbirina hemû berjewendiyên gelê kurd e” û bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya di dema referandûma serxwebûnê.    BANG LI PDK’Ê KIR   Bi domdarî KNK’ê şêweyê pêşwazîkirina Hakan Fîdan a li Hewlêrê weke nêzîkatiyeke cihê şermê pênase kir û ev tişt anî ziman: “Gelek şervan û pêşengên kurd bi biryara Hakan Fîdan û saziya ku serkêşiyê jê re dike, hatin qetilkirin. Hakan Fîdan spasiya serokwezîrê hikûmeta başûrê Kurdistanê kir. Heke dijminê we malavahiya we bike, divê hûn deh caran li ser bifikirin. PDK li şûna helwestê li dijî êrişên dewleta tirk rabe, karekî wisa dike ku van êrişan hêsan dike. Rêveberiya Başûr, li hemberî êriş û komkujiyên li Pêncewîn, Sîdekan û Bradostê ku di dema serdana Fîdan a li Hewlêrê de qewimîn jî bêdeng ma ye. Banga me ji bo hikûmeta Iraqê ew e ku hevkariyê bi dewleta tirk re neke. Divê li dijî êrişên wan derkeve. Banga me ji bo PDK’ê jî ew e ku tavilê dest ji helwesta xwe berde ku xwe dide aliyê dewleta tirk û li ser xeta neteweyî vegere. Hewceye hemû hêzên kurdistanî jî li ber dagirkeran rabin û cihê xwe li gel têkoşîna azadiyê ya kurd bigirin.”