Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye 2023-08-27 09:07:45 STENBOL - Rasim Sayin ê ji girtîgehê derket, diyar kir ku li girtîgehan berxwedaneke dîrokî heye û divê gel bêtir xwedî li girtîgehan derkeve û got: "Girtî azadiya xwe di azadiya gel de dibînin. Lewma divê gel xwedî li wan derkeve."    Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Li gel ferzkirina lêgerîna tazî, muameleya xirab, astengkirina ragihandin û aktîvîteyan, înfazên girtiyan jî tên şewitandin. Rasîm Sayin (35) ku di 15'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê derket, bal kişand ser rewşa girtîgehan û binpêkirinên li girtîgehan rû didin.   Sayin, gava xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû û endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê bû, di 3'yê Tebaxa 2016'an de li Amedê hat revandin û li qadeke daristanî bi qasî 5 saetan îşkence lê hat kirin û paşê hat berdan. Paşê Sayin di 11'ê Tebaxa 2016'an de li Enseyûrt a Stenbolê li mala birayê xwe hat binçavkirin. Sayin ku nêzî 20 rojan di binçavan de ma, rastî îşekenceyeke fîzîkî û derûnî hat û di 30'yê Tebaxa 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Sayin diviyabû di 11'ê Gulana 2023'yan de bihatana berdan, lê înfaza wî 3 mehan hat taloqkirin û di 15'ê Tebaxê de ji girtîgehê derket.    ‘RUHÊ ZINDANA AMEDÊ'   Sayin bal kişand ser pêvajoya binçavkirin û got ku di binçavan de sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Sayin destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan û li hemû qadan hatiye xwestin ku vîna gelê kurd bê şikandin û got ku pêvajoya ji 2016'an heya 2018'an bi "qanûnên darbeyê" hatiye birêvebirin. Sayin da zanîn ku mafê hevdîtinê, tendurstî û parastinê hatine binpêkirin û pirtûkên kurdî yên ji wan re hatine radestî wan nehatine kirin û got ku di dema pandemiyê de jî bi heman binpêkirinan re rû bi rû mane. Sayin diyar kir ku li dijî van zor û zehmetiyan li girtîgehan berxwedaneke mezin hebûye û got ku li zindanan ruhê berxwedanê yê Zindana Amedê hebûye.    Sayin diyar kir ku kesên ji bo hevdîtinê dihatin bi hinceta "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" nedihatin qebûlkirin.    Sayin anî ziman ku bi taybetî jî di demên dawî de girtiyên nexweş ên nayên dermankirin bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Rasterast nakujin. Bi nedermankirinê re wan bi darbestan ji girtîgehê derdixin. Mirovên bi vîna xwe li ser lingan e, bedena wan wekî şantajê didin ber wan."     ‘MALBAT TÊN CEZAKIRIN'   Sayin anî ziman ku girtî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatên wan tên kirin û got: "Malbat di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Gava malbatên me ji bo hevdîtinê dihatin, em pir ditirsiyan dê tiştek bê serê wan. Tenê ne bi girtinê, bi girtinê re malbatan jî ceza dikin."    ‘DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE'   Sayin bang li malbatan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û got: "Mirovê ku bifikire tê jibîrkirin, xwe bi xwe dihele." Sayin bilêv kir ku girtî hêzê ji malbatên xwe digirin û got ku ji xeynî malbatan divê gelê kurd jî xwedî li girtiyan derkeve. Sayin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtî azadiya xwe di azadiya gel de dibînin. Lewma divê gel xwedî li wan derkeve."    MA/ Rûkiye Adiguzel