Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye 2023-08-27 09:07:06   STENBOL  - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku 30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter li hemberî êrişên li dijî Çapemeniya Azad meşaleyek e.    Îsal dê 30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter bê lidarxistin. Di pêşbaziyê de ku dê bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê bê lidarxistin, dê di warê "nûçeya tirkî", "nûçeya kurdî", "wêne", "karîkatur" û "nûçegihaniya jinê" de xelat bên dayîn. Dema dawî ya serîlêdanê 10'ê Îlonê ye. Encam jî dê di 18'ê Îlonê de bên eşkerekirin û xelat jî dê di 22'yê Îlonê de li Daîreya Marbirînê ya Kadikoyê bi merasîmekê bên dayîn.      Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî têkildarî pêşbaziyê de axivî.    Çelebî destnîşan kir ku armanca pêşbaziyê biruhkirina bîra têkoşîna Çapemeniya Azad a Apê Mûsa ye û veguhastina vê têkoşînê ya ber bi nifşên nû ve ye. Çelebî destnîşan kir ku li ser navê Mûsa Anter lidarxistina pêşbaziyê peywireke dîrokî ye û got ku Mûsa Anter ji bo derketina holê ya kurdê azad têkoşîna û kedeke mezin daye. Çelebî bilêv kir ku Mûsa Anter ji bo gelê kurd di gelek qadan de xebitiye û mîrateyeke mezin li dû xwe hiştiye û got: "Ev xelat 30 sal in li ser navê Apê Mûsa tên dayîn. Çarçoveya xelatê berbiçavkirina dîroka çapemeniya kurd û bîra Kurdistanê û ber bi nifşên nû ve veguhastina vê têkoşîna çapemeniya kurd e. Lewma 30 sal in ev merasîma xelatê ya biqîmet tê lidarxistin."    ‘BEDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN'   Çelebî destnîşan kir ku 30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter li hemberî êrişên li dijî Çapemeniya Azad meşaleyek e. Çelebî anî ziman ku Çapemeniya Azad bi bedêlên giran hatiye roja îro û got: "Gava em li dîroka çapemeniyê ya Kurdistanê mêze dikin, em dibînin ku rojnameya ewil di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreya Misirê ji aliyê Miqdat Mîdhad Bedrixan ve hatiye derxistin. Di 15'ê Gulana 1932'yan de li Şam a Sûriyeyê Kovara Hawarê der çûye. Ev rojname di şert û mercên wê demê de ji bo çapemeniya kurdî mîladek in. Di 1992'yan de jî bi Ozgur Gundemê re dewlet bi awayekî sîstematîk berê xwe da çapemeniya azad. Bi sansurkirinê û zextan hewl da rojnameyê bitepisîne. Lê belê xebatkarên Çapemeniya Azad serî netewandin û her dan dû heqîqetê ku ragihînin civakê."    GELEK KESAN SERÎ LÊ DAYE   Xebatkarê Yenî Yaşamê Mehmet Şahîn jî diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo pêşbaziyê heye û got ku ji cîhanê û Tirkiyeyê gelek kesan serî lê daye. Şahîn da zanîn ku rojnamevanên girtî jî serî li pêşbaziyê dane.    MA / Ferdî Bayram