Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye 2023-08-27 09:03:47   STENBOL - Ozturk Turkdogan ku di dema "pêvajoya çareseriyê" de di nava şandeya Mirovên Aqilmend de bû, diyar kir ku tecrîd li hemberî siyaseta li ser esasên çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gelan dide windakirin û got: "Tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn, li ser aştiyê hat pêkanîn. Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Ocalan heye."    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê berê Ozturk Turkdogan ku di dema "pêvajoya çareseriyê" de di nava Şandeya Mirovên Aqilmend (a bi pêşniyaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat avakirin) de cih digirti, tecrîda li Îmraliyê û helwesta Abdullah Ocalan a li ser esasê çareseriyê û bidawîkirina pêvajoyê nirxand.    Turkdogan anî ziman ku piştî bidawîkirina "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de ji bo çareserkirina meseleya kurd hat destpêkirin, desthilat di cî de ji bo çareserkirina meseleyê serî li rêbazên şer daye û got ku biryara ji bo şer wekî tecrîdê bandor li Îmraliyê kiriye.    Ozturk Turkdogan   ABDULLAH OCALAN Û SIYASETA AŞTIYÊ   Turkdogan ragihand ku wê demê bi nava Şandeya Mirovên Aqilmend de ya bi pêşniyaza Abdullah Ocalan hatibû avakirin, cih girtiye û wiha îşaret bi atmosfera aştiyê ya li seranserê welêt belav bûbû û hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê kir: "Em şande em li 81 bajaran geriyan. Ger ez girîngiya Ocalan a ji bo aştiyê bilêv bikim, ez ê dixwazim bi vê mînakê bilêv bikim; Li cihekî ku me civîn lê kir, ulkucuyan gotibû, 'Eger dê aştî çêbibe û dê ev xwîn bisekine, em ê jî bi eşkere îmzeyê bidin.' Li hemberş helwesta Ocalan a ji bo aştiyê, nêzîkatiyên pir jidil hebûn. Wê demê gel pir bi erênî bibandor bûbû û piştgiriya civakî ya ji bo aştiyê gihîştibû ji sedî 79'an. Her kesî wiha dizanibû ku ev pêvajo bi nameya Ocalan a Newroza 2013'an dest pê kiriye. Bi zanebûnî piştgiriya vê hatibû kirin. Abdullah Ocalan pêşengeke ku siyaseta aştiyê pir baş pêk tîne. Tenê ne gelê kurd, bandorê hemû gelên Rojhilata Navîn jî dike. Bi kurt û kurmancî tecrîda li ser Ocalan hat pêkanîn, li ser aştiyê hat pêkanîn."    ‘PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI OCALAN HEYE'   Turkdogan bilêv kir ku hem dewletê hem jî rêxistinê firsendeke wekî pêvajoya aştiyê ji dest xwe berdane û got ku biryara şer û tecrîdê di serî de di warê aborî, siyasî û civakî de welêt bi her awayî ber bi krîzekê ve biriye.    Turkdogan ku got "Bê guman îro ji her wextî bêtir pêdivî bi birêz Abdullah Ocalan heye" destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di serî de bi awayekî aştiyane çareserkirina meseleya kurd û bi giştî jî navnîşana çareserkirina gelek pirsgirêkan e. Turkdogan anî ziman ku budçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin di warê aborî de gel ber bi krîzekê ve biriye û îro welat ji ber vê biryara şer bi pirsgirêka penaberan re rû bi rû ye.    ‘GEL AŞTIYÊ DIXWAZE'   Turkdogan destnîşan kir ku pêdiviya gelan bi aştiyê heye û got ku pêkanîna aştiya civakî bivênevê ye.    Turkdogan bilêv kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê siyaseta "Rêya Sêyem" a ku Abdullah Ocalan ew pêşniyaz kiriye ji aliyê muxalefetê bê pêkanîn û got: "Siyaseta Rêya Sêyem dê deriyên nû veke, dê rê li ber aştiyê veke. Ê ku vî deriyî veke jî saziya siyasetê ye."    MA/ Ergîn Çaglar