ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN 2023-08-27 09:00:05   * Germavên Zumrûdê yên Elkê firotin Şaredarê AKP'î. Şêniyên gund bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Ev germav ya gel e. Lê niha wê pêşkêşî rantê kirine. Ma mirov vê heqeretê li gelê xwe dike?"   * Ozturk Turkdogan ku di dema "pêvajoya çareseriyê" de di nava şandeya Mirovên Aqilmend de bû, diyar kir ku tecrîd li hemberî siyaseta li ser esasên çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gelan dide windakirin û got: "Tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn, li ser aştiyê hat pêkanîn. Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Ocalan heye."    * Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku 30'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter li hemberî êrişên li dijî Çapemeniya Azad meşaleyek e.    * Rasim Sayin ê ji girtîgehê derket, diyar kir ku li girtîgehan berxwedaneke dîrokî rû dide û divê gel bêtir xwedî li girtîgehan derkeve û got: "Girtî azadiya xwe di azadiya gel de dibînin. Lewma divê gel xwedî li wan derkeve."   * 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’ê dê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bê lidarxistin. (10.00) ZINDÎ   * Rêxistina DBP’a Şirnexê dê 1’emîna Kongreya Asayî bi tevlibûna Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir li dar bixe. (13.00)