28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin 2023-08-19 14:07:47       AMED - Rêveberên ÎHD'a Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 758'emîn de li aqubeta Haci Ahmet Er pirsîn. Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat binçavkirin û êdî xeber jê nehat girtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 758'an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li Navçeya Rezana Amedê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD'a Amedê Ali Îhsan Demirtaş çîroka Haci Ahmet Er parve kir. Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin.    DIBIN Û ÊDÎ VENAGERE   Demîrtaş da zanîn Haci Ahmet Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de di pevçûna di navbera leşker û PKK'ê de derketiye hatiye binçavkirin û wiha got: "Haci Ahmet Er wê demê li Gundê Çelê yê Colemêrgê dima. Wê demê leşker gefan li gundiyan dixwe. Piştre leşker bi ser gund de digirin. Kurê Haci Ahmet, Adnan ji bo alavên xwe hilbigire diçe gundê cîran. Dema Adnan diçe di navbera du gundan de dengê çekan tê. Wê demê du birayan dikin bin çavan û dibin Qereqola Gundê Işikliyê.    Demîrtaş anî ziman ku piştî bûyerê Haci Mîrap jî bi îşkenceyên giran rû bi rû maye û bi şertê wê Haci Mîhrap ji gund biçe hat berdan. Demîrtaş wiha got: "Malbata Er, difikire wê Haci Ahmet serbest bê berdan. Lê belê êdî jê xeberekê nagirin. Malbata Er gelekî li berxwe dide lê belê hewldana wan a lêgerînê bêencam dimîne. Ev 28 sal in lê belê hîn aqubeta wî ne diyar e."   Piştre ji bo Haci Ahmet Er û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.